Yekemîn kongreya jinên Ermen sibê li Hesekê li dar dikeve

Jinên Ermen ên di Meclisa Civakî ya Ermenî de dê sibe yekemîn kongreya xwe bi dirûşma "Yekitiya Jinên Ermenî piştî qirkirina 107 salan, xwe di nava Şoreşa Rojava de bi rêxistin dike û xaka Rojava diparêze" li Hesekê li dar bixe.

Yekemîn kongreya jinên Ermen sibê li Hesekê li dar dikeve
29 tebax, 2022   11:54
HESEKÊ – HINAR IBRAHÎM

Bi dirûşma "Yekitiya Jinên Ermenî piştî qirkirina 107 salan,  xwe di nava Şoreşa Rojava de bi rêxistin dike û xaka Rojava diparêze",  jinên Ermen ên di nava Meclisa Civakî ya Ermenî de amadekariyan dikin ku yekemîn kongreya xwe li dar bixin.

Li gorî endama komîteya amadekar a kongreyê Anahît Qesbiyan, kongre dê di 30’ê Tebaxê (sibe) de li Hesekê li dar bikeve, bi armanca nirxandina xebat û çalakiyên jinên Ermen ên di navbera salên 2019-2022’yan û derxistina encamnameyekê ji pêşniyar û biryarên nû ji bo xizmeta jinên Ermen û ya ku qonaxa niha hewce dike, tê lidarxistin.

Der barê mijarê de endama komîteya amadekar a Kongreya Jinên Ermen, Anahît Qesbiyan ji ajansa me re axivî û wiha got: "Di çarçoveya amadekariyên lidarxistina yekemîn kongreya jinên Ermen de, me nêzî 80 civîn li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xist da ku girîngiya kongreyê û armancên wê ji bo pêkhateya Ermen vebêjin."

Anahît Qesbiyan axaftina xwe wiha domand: "Dema ku me ev civîn li bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xist, ji ber êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê em rastî gelek zehmetiyan hatin."

Anahît Qesbiyan destnîşan kir ku armanca kongreyê ew e ku jinên Ermen rehên xwe yê resen, ziman, urf û adetên xwe nas bikin û çanda pêkhateya ermen a ku hatiye biçûkxistin jî xurttir bikin û piştgiriyê bidin rêxistinên jinan ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Li gorî endama komîteyê, biryar e di kongreyê de rêxistin û tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar bibin.

 (hs)

ANHA