Şêniyên Amûdê: Em ê li dijî dagirkeriyê 24 saetan tê bikoşin

Şêniyên Amûdê û gundewarên wê bi pêşengiya mamosteyan li hember êriş û dagirkeriya dewleta Tirk meşiyan. Şêniyan got “Em ê li dijî dagirkeriyê 24 saetan tê bikoşin.”

Şêniyên Amûdê: Em ê li dijî dagirkeriyê 24 saetan tê bikoşin
29 tebax, 2022   10:21
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê û gundewarên wê bi pêşengiya mamosteyan li hember êriş û gefên dagirkeriya dewleta Tirk meşiyan. Meşê ji Qada Jina Azad hetan Qada Şehîd Cîhan dewam kir û wêneyên zarokên di êrişên dewleta Tirk de hatine qetilkirin û birîndar bûne, rakirin.

Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Zîwer Elî axivî, dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir û got: “Di cîhanê de mîna Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ruxmî hemû êriş, dagirkerî, wêranî û êşan jî ku bikare li kêleka hêzên xwe yên leşkerî bi rihê şerê gel ê şoreşgerî tê bikoşe û welatê xwe biparêze û bi salan berxwedanê bike, mînakên wiha kêm tên dîtin. Êdî faşîstî û dagirkeriya Erdogan gihaştiye wê astê ku bêyî ku bibêje zarok in, jin in û kesên temenmezin in, bi awayekî hovane li ber çavê dinyayê qetil dikin.”

Zîwer Elî wiha dewam kir: “Dewleta Tirk li her çar parçeyên Kurdistanê êrişî me dike, zarokên me qetil dike. Bi taybet kesayetên ku pêşengiyê ji gel re dikin dibin hedefa êrişan. Ji derveyî felsefeya rêber Apo li dinyayê mafên mirovan hatine rakirin. Ji bo parastin û nirxê mirovahiyê ku bibe pêşeng ji tevahî mirovahiyê re ew jî tenê felsefe û bîrdoziya rêber Apo ye.”

Zîwer Elî wiha dawî li axivitina xwe anî: “Tişta ku îro ji me tê xwestin; em xwe di her milî de xurt bikin, 24 saetan em tê bikoşin, siyaseta dewleta Tirk û hevalbendên wê têk bibin. Divê gelê me jî bi hemû hêza xwe bi rihê şerê gel ê şoreşgerî tê bikoşe û li ber xwe bide.”

Meş bi dirûşmên “Bimire îxanet” bi dawî bû.

(dg)

ANHA