TAJÊ îşev kampanyaya haştagê ya 'Na ji koçberiyê re' dest pê dike

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî îro li ser malperên medya dijîtal haştaga "Na ji koçberiyê re" dide destpêkirin. Bi haştagê bang li êzidiyan tê kirin ku dev ji xaka xwe bernedin û nekevin xefa siyasetên dijberî wan.

TAJÊ îşev kampanyaya haştagê ya 'Na ji koçberiyê re' dest pê dike
29 tebax, 2022   10:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji dema çeteyên ku çeteyan DAIŞ`ê di 2014`an de êrişî Şengalê kirin, siyasetên dijberî êzidiyên Şengalê nehatine rawestandin û di dirêjahiya 8 salan de civata êzidî rastî hemû plan û siyasetên bi armanca koçberkirina wan, hatin.

Dewleta Tirk a dagirker bi hevbeşiya hikumeta Mistefa Kazimî û PDK`ê van planan saz dike.

Li dijî van siyasetan, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) îro êvarê di saet 20:00`an de li gorî dema Şengalê li ser malperên medya dijîtal bi dirûşmeya "Na ji koçberiyê re" kampanyaya haştagê dide destpêkirin.

Endama Koordînasyona TAJÊ`yê Rîham Heco têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û got: "Siyasetên dijberî civata êzidî ranewestiyane, lewma ji me tê xwestin ku em parastina xaka xwe bikin û koçber nebin."

Rîham bang li gelê Kurdistanê û civata êzidî kir ku tev li vê kampanyaya haştahê bibin û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Şengal welatê êzidiyan e, nabe mirov dev jê berde."

(eh)

ANHA