​​​​​​​Dîmenên çalakiyeke gerîla ya li Heftanînê

Gerîla TV dîmenên çalakiyeke gerîla ya li herêma Heftanînê weşand ku di encamê de dagirker hatibû kuştin û kepçeyek jî hatibû rûxandin.

​​​​​​​Dîmenên çalakiyeke gerîla ya li Heftanînê
29 tebax, 2022   10:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê têkildarî çalakiyê ev agahî dabûn:

"6'ê Tebaxê saet di 13:30'an de li qada Keşanê ya Heftanînê, li hemberî wesayitên xebatê yên dagirkeran ku ji bo armancên leşkerî hewl didan li Girê Koxê Mele Yehya rê çêkin, bi çekên giran çalakî hate lidarxistin. Di wê çalakiyê de kepçeyek hate îmhakirin, dagirker hate cezakirin ku operatorê kepçeyê bû."