​​​​​​​Dagirker bi zanebûn navendaên xizmetguzariyê yên Eyn Îsayê dikin hedef

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrişên xwe yên li ser navçeya Eyn Îsayê de, navendên stasyonên avê û torên kehrebê dikin hedef. Aliyên pêwendîdar ên navçeyê ziyanan tamîr dikin û dîsa dixe xizmetê.     

​​​​​​​Dagirker bi zanebûn navendaên xizmetguzariyê yên Eyn Îsayê dikin hedef
29 tebax, 2022   03:33
EYN ÎSA

Rojane derdora navenda navçeya Eyn Îsa û gundewarê wê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve bi hemû çekên giran û sivik tên topbarankirin. Di encamê de ziyanên mirovî û madî li mal û milkên xelkê çêdibin, her wiha ziyan li navendên xizmetguzariyê yên wek stasyonên avê, xetên kehrebeyê û hwd dibe.

Dagirker bi zanabûn van navendan dikin hedef da ku ji xizmetê derxîne û berê gel bide koçberiyê.

Stasyona avê ya El Hêşa di vê mehê de zêdetirî carekê hat hedefkirin. Li gundewarê navçeyê, di encama êrişên domdar de terans û kablên kehrebeyê wêran bûn.

Welatiyê bi navê Mihemed El Himêdî yê ji bajarokê El Hêşa yê girêdayî navçeya Eyn Îsayê  diyar kir ku artêşa Tirk û çeteyên de navendên xizmetguzariyê, di nav de stasyona ava vexwarinê û teransê kehrebeyê bi domdarî dibin hedef, da ku ji xizmetê derkevin.

El Himêdî her wiha got: "Di rewşa heyî de, aliyên têkildarî xizmet ji me re peyda kirin. Aliyên têkildarî beriya du salan stasyona ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve bi temamî hatibû wêrankirin, tamîr kir. Ji ber qutbûna ava vexwarinê û kehrebeyê me gelek zirar dît."

Di heman demê de saziyên kehrebe û avê yên girêdayî Meclisa Kantona Girê Spî bi hevkariya Meclisa Navçeya Eyn Îsayê ji bo tamîrkirina ziyanên ji ber êrişên dewleta Tirk derketin,  xebitin û ji bo cara sêyem astasyona bajarokê El Hêşa vegerand xizmetê. Ev stasyon  avê dide 50 gundên navçeyê.

Ziyanên ji ber êrişan ne tenê li stasyona ava vexwarinê bû, ji ber ku bandor li têlên voltaja bilind kir û di encamê de kehrebe ji ser bajarok û gundên wê qut bû. Paşê werşeyên teknîkî zirar tamîr kirin û careke din kehrebe xist xizmetê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta Tirk a dagirker di dawiya sala 2020’an de avahiya Komîteya Kehrebeyê ya navçeya Eyn Îsa ya li navenda navçeyê bi balafirên bêmirov û bi çek bombebaran kir û ziyanek mezin gihandin avahî û alavên tê de.

(hs)

ANHA