​​​​​​​Elî El Hesen: Serçeteyên şaneyên DAIŞ'ê li herêmên dagirkeriya Tirk dimînin

Elî El Hesen diyar kir ku yên li Kampa Holê şaneyên çeteyên DAIŞ'ê bi rê ve dibin, li herêmên ji aliyê Tirkiyî ve hatine dagirkirin dimînin. Her wiha destnîşan kir ku Tirkiyê desteka îstixbaratî û madî ji wan re pêşkêş dike. Elî El Hesen daxuyand ku Pêngava Mirovî û Ewlehiyê bi rêk û pêk didome û armanca wê tunekirina şaneyên DAIŞ`ê li Kampa Holê ye. 

​​​​​​​Elî El Hesen: Serçeteyên şaneyên DAIŞ'ê li herêmên dagirkeriya Tirk dimînin
28 tebax, 2022   23:38
NAVENDA NÛÇEYAN – EHMED SEMÎR

Piştî zêdebûna tevgera şaneyên DAIŞ’ê hemwextî gef û êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya YPG, YPJ û QSD`ê qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li Kampa Holê dest pê kir.

Têkildarî pêşveçûna pêngavê, encamên wê yên heta niha û armancên wê yên sereke çi ne, endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî El Hesen ji ajansa me re axivî.

Li ser sedemên destpêkirina wê û armancên wê yên sereke, Elî El Hesen wiha axivî: "Piştî zêdebûna xeteriya şaneyên DAIŞ`ê di nav Kampa Hol de û li ser bingeha berpirsyariyên me yên mirovî ji bo parastina niştecihên kampê, hêzên me bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Koalîsyona Navneteweyî li Kampa Holê dest bi qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê kir."

SERÇETEYÊN LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ ŞANEYÊN DAIŞÊ BI RÊ VE DIBIN

El Hesen wiha domand: “Ev pêngav tevî gefên dagirkeriya Tirk ên li herêmê û tevî ku hin welatên mezin ên herêmê hewl didin bi rêya operasyonên îstîxbaratî tevliheviyê di nava Kampa Holê de derxin û sûdê jê bigirin, lê em bi hemû hêza xwe hewl didin ku rewşa ewlehiyê kontrol bikin."

Der barê sûdwergirtina şaneyên DAIŞ'ê li Kampa Holê ji êrişên dewleta Tirk de jî El Hesen ev nirxandin kir: "Me berê jî di civîna çapemeniyê de gotibû ji bo kontrolkirina Kampa Holê hemwextî êrişa li ser girtîgeha Sînaa ya li Hesekê planeke mezin heye. Di navbera şaneyên veşartî yên li hundir û derveyê kampê û serçeteyên DAIŞ`ê yên van şaneyan bi rêve dibin de, koordîne heye. Desteka îstixibaratî, ewlehî û malî ji wan re tê pêşkêşkirin. Ji lew re ew li herêmên di bin dagirkirina dewleta Tirk de dimînin."

ŞANEYÊN DAIŞ'Ê ZÊDE DIBÛN Û LI KAMPÊ KUŞTIN PÊK ANÎN

El Hesen eşkere kir ku wan hewldanên kontrolkirina Kampa Holê ji derve têk birin û wiha got: "Lê ev şane her ku diçû di êrişên xwe yên li dijî sivîlan de hovtir dibûn. Îsal ji ber êrişên şaneyan, 44 qurban hene. di nav de 14 jin û du zarok in. Şaneyan di planên xwe de kuştin, darvekirin, dabenceyên bêdeng bi kar anîn. Her wiha îşkence li qurbanan dikirin û piştre cenazeyên wan di kanalên kanalîzasyonê de vedişartin. Li rex wê jî fikrê tundraw di nav zarokan de belav dikir, wan perwerde dikir û li dijî hêzên me, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û karmendên rêxistinên mirovî yên di nav kampê de derdixistin. Ji ber wê me dest bi qonaxa duyemîn a pêngavê kir.”

PIŞTGIRIYA YEKSER A DEWLETA TIRK JI ŞANEYÊN VEŞARTÎ RE

Girêdayî hebûna delîlên li ser piştgiriya Tirkiyê ji van şaneyan re, El Hesen got: "Zêdetirî careke hate ragihandin ku gelek şane li kampê hene ku piştgiriya xwe ya yekser ji Tirkiyê û ji herêmên dagirkirî digirin. Berê me gotibû niha dîsa dubare dikin, gelek alî sûd ji belavbûna DAIŞ`ê û derxistina tevliheviyê li herêmên me digirin. Ji ber wê hêzên me û QSD`ê li pêşiya vê tevliheviyê her tim bû bendeke asê. Her tim hewl dan bi temamî rewşa ewlehiyê li hundir û derveyî kampê kontrol bikin. Em hatin avakirin da ku şêniyan biparêzin. Ji erkê em ye ku niştecihên kampê jî biparêzin."

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di operasyonên xwe de, konên ku tê de propagandaya tundrawiyê dihat kirin û zarok perwerde dikirin, rakirin. Der barê vê mijarê de jî Elî El Hesen got: "Hêzên me 54 konên ku ji bo perwerdekirina zarokan li ser îdeolojiya DAIŞ`ê, bikaranîna çekan û dadgehên meydanî dihatin bikaranîn rakirin. Herwiha 8 xendek jî hatin dîtin. 33 çeteyên şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê û 48 kes jî bi gumana endamtiya van şaneyan hatin girtin. Lêgerîn jî berdewam dikin."

El Hesen wiha pê de çû: "Em ê encamên operasyonan di demeke nêz de eşekere bikin."

têkildarî xendekên ku hatine dîtin El Hesen wiha ev agahî parve kirin: "Xendek û tunelên ku me keşf kirine, ji bo pêkanîna bûyerên kuştinê li dijî sivîlên li kampê dihatin bikaranîn. Ji ber çeteyan piştî bûyerê pêk bînin, xwe di wan xendek û tunelan de vedişartin. Di nav re derbasî konên din dibûn."

DIVÊ CIVATA NAVNETEWEYÎ BERPIRSYARIYÊN XWE BI CIH BÎNE

El Hesen balkişan ser xemsariya civata navneteweyî li hember pirsgirêka li Kampa Holê û wiha domand: "Di civîna çapemeniyê de me bang li hemû welatên cîhanê bi taybet welatên ku hemwelatiyên wan di Kampa Holê de hene, kir ku bikevin nava liv û tevgerê, berpirsyariyên xwe bi cih bînin û bi me re beşdar bibin. Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn, QSD û saziyên Rêveberiya Xweser li hember Kampa Holê erkên xwe pêk tînin, lê ji bo kontrolkirina kampê pêwîstiya me bi piştevaniya navneteweyî û hewldanên mezin hene. Em behsa nêzîkî 60 hezar kesên ku li Kampa Holê ne dikin. Ev hejmar ne hêsan e, hejmareke pir mezin e, nexasim malbatên çeteyên DAIŞ`ê ku zarokan li ser fikrê tundraw perwerde dikin û propagandaya fikrê tundraw dikin."

Elî El Hesen di axaftina xwe de ev yek destnîşan kir ku: “Di çarçoveya Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de planên stratejîk hatine dayîn û bê astengî didome. Encamên wê erênî ne heta niha û armanca wê ya sereke tunekirina şaneyên DAIŞ`ê li Kampa Holê ye.”

 (hs)

ANHA