Li Hesekê ji bo şermzarkirina êrişan xwepêşandan li dar ket

Bi sedan şêniyên Hesekê ji bo şermezarkirina êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker xwepêşandan li dar xist û bang li NY û civata navneteweyî kir ku berpirsyariyên xwe bînin cih.

Li Hesekê ji bo şermzarkirina êrişan xwepêşandan li dar ket
Li Hesekê ji bo şermzarkirina êrişan xwepêşandan li dar ket
Li Hesekê ji bo şermzarkirina êrişan xwepêşandan li dar ket
Li Hesekê ji bo şermzarkirina êrişan xwepêşandan li dar ket
Li Hesekê ji bo şermzarkirina êrişan xwepêşandan li dar ket
Li Hesekê ji bo şermzarkirina êrişan xwepêşandan li dar ket
Li Hesekê ji bo şermzarkirina êrişan xwepêşandan li dar ket
28 tebax, 2022   17:54
HESEKÊ-NOFA MIHEMED

Li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker û hedefgirtina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nexasim di vê dawiyê de ku zêde bûne, Meclisa Jinan a Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a Hesekê xwepêşandan li dar xist. Bi dehan şênî tev lê bûn.

Xwepêşandan ji pêşiya çerxerêya Sînalko dest pê kir û li pêşiya Parka Serok a li taxa Nasra rawestiya û veguherî mitingê.

Di mitingê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed daxuyanî xwend û got: “Dewleta Tirk vê dawiyê hemû pîvanên mirovî û nirxên mafên koman û endaman bin pê kirin.

Siyasetên dewleta Tirk heman siyasetên împeratoriya osmanî ne ku komkujî li dijî gelên herêmê yên resen ên Kurd, Ereb, Ermen, Asûr û Suryan pêk anîne. Di vê sedemê de jî hovantirîn cureyên qirkirinê li dijî gelê me li ser gelek astên siyasî, çand, civakî û aborî pêk tîne. Zarokên me ji hovîtiya wê nefilitîn.

Em bi tundî van sûcên dewleta Tirk a dagirker bi taybet sûca li dijî jinên têkoşer û çalakvanên jin, şermzar dikin. Van jinan nûnertiya xwe û vîna jinan û civakê kir. Teqezî bi mafê diyarkirina çarenûsa xwe ji destpêka Şoreşa 19`ê Tîrmehê ve û heta vê kêliyê kir.”

(dm)

ANHA