Malbatên şehîdan: Amadekariyên me ji bo bersivdayîna êrişan didomin

Malbatên şehîdan û ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kirin ku wan li gor şerê gel ê şoreşgerî xwe amade kirine ji bo li hember dagirkeriya Tirk bisekinin û bang li şêniyên herêmê kirin ku tev li perwerdeyên bikaranîna çekan bibin û welatê xwe biparêzin.

Malbatên şehîdan: Amadekariyên me ji bo bersivdayîna êrişan didomin
29 tebax, 2022   01:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêber Abdullah Ocalan di pirtûka xwe ya bi navnîşan “Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk” di beşa 5’emîn de wiha li ser giringiya xweparastinê axivî: “Parastin erkekî resen ê komê ye ku bê wî jiyan berdewam nake, wek çawa zindî nikarin bê xwarin û zayîn jiyana xwe bidomînin, her wiha bê xweparastin jî jiyana wan negengaz e.”

Ji nêzî 2 mehan ve bi taybetî piştî ragihandina rewşa awarte ji aliyê Rêveberiya Xweser ve di 6’ê Tîrmehê de, şênî û ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  ji bo li hember êrişan li kêleka hêzên xwe yên leşkerî bisekinin berê xwe didin perwerde û dewreyên parastinê, tenduristî û lojîstîk ji bo ku.

Kameraya ajansa me dewreyên bikaranîna çekan şopandin ku ji bo piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li eniyên şer hatine lidarxistin.

Xeyriye Xelef, xwişka şehîd Diyar ku şervanê HPG’ê ye, destnîşan kir ku perwerdeya bikaranîna çekan di vê rewşê de ku rojane êrişên hewayî û bejayî li dijî herêmê pêk tên, gelekî giring e.

Xeyriye Xelef wiha domand: “Em li ser çawaniya vekirin û ji nû ve bicihkirina çekan û bikaranîna wan ji bo parastina mal û taxên xwe, perwerde dibin. Metirsiyeke mezin li ser herêmê heye, ji ber wê jî divê em xwe li gor vê rewşê amade bikin û piştgiriyê bidin şervanên me yên li eniyên şer, em li pêşiya şerekî mezin in û dijminê me hewl dide ji hemû aliyan ve li me bide.”

Dayika Cîhan Gulo ku dayika herdu şehîdan Mihemed û Gulan e der barê mijarê de wiha anî ziman: “Pêwîstiya me bi perwerdeya bikaranîna çekan heye. Ji ber parastina xaka me erkê hemiyan e. Parastina herêmê ne tenê erkê şervanan e lê belê erkê hemiyan e û divê em tedbîrên mezin bigirin.”

Dayika Cîhan Gulo bang li hemû dayikan kir ku xwe li ser bikaranîna çekan perwerde bikin û piştgiriyê bidin şervanên li eniyên şer.

Tê zanîn ku şehîd Gulan Gulo di 2011’an de tev li Şoreşa Rojava bû û di pêngavên rizgarkirina Şengal, Til Hemîs, Serêkaniyê û Kobanê de cihê xwe girt, her wiha gelek caran birîndar bû û li Efrînê di 2018’am de şehîd bû.

Her wiha şehîd Mihemed Gulo bi bapîrê xwe Yûsif Gulo re, di encama êrişa balafireke bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk li dijî erebeya wan li taxa Hilaliyê ya Qamişlo di 9’ê Mijdara 2021’an de şehîd bû.

Di heman çarçoveyê de Hemed Hec Seîd, birayê şervanê HPG’ê şehîd Mistefa, wiha axivî: “Eger em îro xwe perwerde nekin û tedbîr negirin, em ê sibe bikevin destê dijmin. Divê em ji her qonaxekê re amade bin ji bikaranîna çekan bigire heta bigihêje destwerdanên lezgîn.”

Hec Seîd wiha domand: “Bêdengiya navneteweyî vê yekê dide nîşan ku hemû dewlet di van êrişan de hevkar in, em alîkariyê ji tu kesî naxwazin û em ê xaka xwe bi xwe biparêzin.”

KOBANÊ

Girêdayî heman mijarê, şênî û ciwanên herêma Firatê destnîşan kirin ku şerê gel ê şoreşgerî rêya yekane ya têkbirina planên dagirkeriya Tirk e, her wiha diyar kirin ku perwerdeya bikaranîna çekan û xweparastin û destwerdanên lezgîn di vê qonaxê de gelekî giring in.

Endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herêma Firatê, Mihemed Mehmûd wiha axivî: “Me dewreyeke perwerdeyê ji bo perwerdekirina şêniyan li ser parastina xaka xwe û piştgiriya hêzên xwe, vekir. Di vê rewşa awarte de perwerde gelekî giring in.”

Her wiha, ciwana bi navê Yasmîn Hemadê wiha anî ziman: “Ji bo ku fêr bibim çawa xwe û xaka xwe biparêzim ez tev li dewreyê bûm. Welatê me hewcedarê enerjiya me ya ciwanan e. Ez bang li şêniyên herêmê dikin ku tev li perwerdeyên bikaranîna çekan bibin da ku welatê xwe biparêzin.”

Tê zanîn ku di 6’ê Tîrmehê de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşa awarte li seranserî herêmên xwe ragihand, li gor wê jî xebatên xwe ji bo perwerdekirina şêniyan li ser destwerdanên lezgîn û bikaranîna çekan zêde kirin.

(mh)

ANHA