ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-8-2022`YAN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-8-2022`YAN
28 tebax, 2022   23:00

Çalakiya Konvedanê ya HPC-Jin bi koordîneya Kongra Star bi dirûşma Kanî dadmendiya we? li dar xistiya di roja 18`an de didome saet di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Amûde ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwepêşandan li dar dixin û ji çerxerêya Jin dest bi çalakiyê dikin saet di 09:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Akademîsyen û pirsporan diyar kir ku civata navneteweyî ji ber berjewendiyên xwe li hember tevger û timayên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmê û siyasetên wê yên li ser derxistina tevliheviyê û pirsgirêkan ava bûye, bêdeng e. Her wiha destnîşan kirin ku Erdogan bi armanca berdewamkirina desthilatdariya xwe û sivikkirina barê aloziya siyasî û aborî li Tirkiyê, hinekî têkiliyên xwe bi dewletên herêmê re, aram kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrişên xwe yên li ser navçeya Eyn Îsayê de, navendên stasyonên avê û torên kehrebê dikin hedef. Aliyên pêwendîdar ên navçeyê ziyanan tamîr dikin û dîsa dixe xizmetê.    

Du şervanên ku di berxwedana taxa Şêxmeqsûdê de cih girtibûn, diyar kirin ku rêya yekane ya têkbirina êriş û planên dewleta Tirk a dagirker hevgirtin û şerê gel ê şoreşgerî ye ku welatiyan li taxa Şêxmeqsûdê pêk anîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Elî El Hesen diyar kir ku yên li Kampa Holê şaneyên çeteyên DAIŞ'ê bi rê ve dibin, li herêmên ji aliyê Tirkiyî ve hatine dagirkirin dimînin. Her wiha destnîşan kir ku Tirkiyê desteka îstixbaratî û madî ji wan re pêşkêş dike. Elî El Hesen daxuyand ku Pêngava Mirovî û Ewlehiyê bi rêk û pêk didome û armanca wê tunekirina şaneyên DAIŞ`ê li Kampa Holê ye. 

Malbatên şehîdan û ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kirin ku wan li gor şerê gel ê şoreşgerî xwe amade kirine ji bo li hember dagirkeriya Tirk bisekinin û bang li şêniyên herêmê kirin ku tev li perwerdeyên bikaranîna çekan bibin û welatê xwe biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endama Koordînasyona TEV-DEM'ê Zelal Ceger hişyarî da hikumeta Şamê ku neyê lîstokên dewleta Tirk a dagirker û got, lihevhatina Tirkiyê û hikumeta Şamê dê ne li gorî berjewendiyên Sûriyê be. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Jinên endamên saziyên sivîl ên li rojhilatê Dêrazor anî ziman ku tecrîda di girtîgeha Îmraliyê de li ser rêber Ocalan hatiye ferzkirin, bi armanca dirêjkirina aloziya Rojhilata Navîn û gurkirina nakokî û şeran e. Di heman demê de demokrasî û mirovahiyê dike armanc. Jinan li hemberî vê siyasetê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan soza belavkirina fikrê wî da. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêx û rûspiyên eşîrên Ereban ên navçeya Til Hemîsê anîn ziman ku li dijî xeteriyên li ser herêmên wan, Kurd û Ereb xwedî dîrokeke hevpar in. Her wiha destnîşan kirin ku li dijî  dagirkeriya Tirk, çeka wan şerê gel ê şoerşgerî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA