Rûspiyên eşîrên Ereban: Hemû pêkhate hedef in, hemû li ber xwe didin û dê dagirkeriyê têk bibin

Şêx û rûspiyên eşîrên Ereban ên navçeya Til Hemîsê anîn ziman ku li dijî xeteriyên li ser herêmên wan, Kurd û Ereb xwedî dîrokeke hevpar in. Her wiha destnîşan kirin ku li dijî  dagirkeriya Tirk, çeka wan şerê gel ê şoerşgerî ye.

Rûspiyên eşîrên Ereban: Hemû pêkhate hedef in, hemû li ber xwe didin û dê dagirkeriyê têk bibin
29 tebax, 2022   07:16
QAMIŞLO

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gefan li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe û êrişan li dijî wan pêk tine, ku di encamê de welatî şehîd û birîndar dibin û zirar digihêje mal û milkên wan. Li hemberî van binpêkirinan hewcedarî bi xurtkirina hevkariya di navbera pêkhateyên herêmê de heye ku bi yekitî û hevgirtina xwe bi hêztir dibin.

Li ser têkiliyên di navbera gelê Kurd û gelê Ereb de rûspiyê eşîra Şerabîn a navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo Xalid Nayîf wiha axivî: "Dewleta Tirk a dagirker hewl dide Osmaniya nû ava bike, ji lew re gefan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe, welatiyan û mal û milkên wan dike armanc."

Nayîf wiha axaftina xwe dewam kir: "Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane herêmê bi balafirên bêmirov ên biçek û topan dike armanc û welatiyan hedef digire. Bi wê re hewl dide vîna gelê demokrasîxwaz têk bibe."

Têkildarî hevjiyana pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin sîwana projeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk de, Nayîf ev nirxandin kir: "Jiyana hevbeş a pêkhateyên herêmê nîşaneya serkeftina projeya Rêveberiya Xweser e. Her wiha rastiya vê projeyê îsbat dike ku ji bo aloziya Sûriyê çareseriya herî guncaw e."

Xalid Nayîf di dawiya axaftina xwe de soza berdewamkirina berxwedanê heta rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî da.

Rûspiyê eşîra El Bo Xalib a girêdayî eşîra Şerabîn Ferec El Hesen jî wiha axivî: "Dewleta Tirk a dagirker bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî û avakirina herêma tampon, herêmê topbaran dike. Ev hincet bê bingeh in û ne rewa ne."

El Hesen da zanîn ku bi zêdekirina gef û êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, hevgirtina gelê herêmê jî xurttir bû û wiha dewam kir: "Ev yek ji berxwedana ku gelên Kurd, Ereb û Suryan di xendekan de û di nav refên QSD`ê de ji bo parastina herêmê û rizgarkirina herêmên dagirkirî raber dikin, xuya dibe."

El Hesen anî ziman ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dagirkeriya Tirk şerê gel ê şoreşgerî bingeh digirin û di vê çarçoveyê di aliyên leşkerî, tenduristî û fikrî de xwe perwerde dikin.

Ferec El Hesen di dawiya de li hember xeteriya planên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, banga li gel kir ku hişyar bin û tekez kir ku bi saya hevgirtina pêkhateyan dê ev planên li dijî herêmê bên pûçkirin.

(eh)

ANHA