​​​​​​​Du şervanên berxwedana Şêxmeqsûdê: Bi hevgirtinê serkeftin misoger dibe

Du şervanên ku di berxwedana taxa Şêxmeqsûdê de cih girtibûn, diyar kirin ku rêya yekane ya têkbirina êriş û planên dewleta Tirk a dagirker hevgirtin û şerê gel ê şoreşgerî ye ku welatiyan li taxa Şêxmeqsûdê pêk anîne.

​​​​​​​Du şervanên berxwedana Şêxmeqsûdê: Bi hevgirtinê serkeftin misoger dibe
29 tebax, 2022   00:50
HELEB – NESRÎN ŞÊXO

Dewleta Tirk a dagirker di van demên dawî de êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kiriye, ji bo têkbirina van êrişan û ji bo parastina destkeftiyên ku hatine bidesxistin, gel prensîba xweparastinê bi cih tîne.

Derbarê mijarê de, endamê Meclisa Leşkerî ya Helebê Zagros Efrîn destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji zêdekirina êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê valakirina wê û koçberkirina gelê wê ye da ku dagir bike.

Zagros destnîşan kir ku yekane rêya bersivandina êrişan û têkbirina plana dagirkeriyê ya dewleta Tirk, pêkanîna prensîba xweparastin û şerê gel ê şoreşgerî ye ku gelê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî pêk anîbû.

Zagros got: ''Bi yekgirtina hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şopandina rêya rêber Abdullah Ocalan û xeta şehîdan û tevlêbûna jinan di şoreşê de, teqez wê serketin para me be."

'VÎNA ME JI ÇEKÊN WÊ XURTIR E'

Zagros her wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker vê rastiyê qebûl nake ku tevî îmkanên xwe yên kêm em bi vîn û îradeya xwe dikarin li hemberî balafir, êriş û çekên wê yên nûjen bisekinin û li ber xwe bidin. Ji ber vê yekê bi hêrs dibe û êrişên xwe hîn zêdetir dike."

Şervanê YPG'ê Azad Heleb armanca tevlêbûna xwe ya nava vê yekîneyê wiha destnîşan kir: "Di sala 2012’an de tev li YPG’ê bûm da ku parastina taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bikim û li hember her kesê ku dijberiya me dike û dixwazin van taxan kontrol bike, şer bikim."

Taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê bi salan rastî êrişên komên çete hat. Êrişa herî dijwar di sala 2016’an de pêk hat, dema ku komên çete yên girêdayî dewleta Tirk çekên kîmyewî li ser taxê  bi kar anîn.

Di wê demê de, ragihandina seferberiya giştî ya li taxê û tevlêbûna gel a berxwedanê bû sedema têkbirina çeteyan û bidawîkirina êrişên li ser taxê, lê tax hîn jî di bin dorpêça hikumeta Şamê de ye.

Azad Heleb axaftina xwe wiha domand: "Di şerê li taxa Şêxmeqsûd de, dewleta Tirk bi awayekî ne rasterast  êrişî taxê kir, alîkarî  dida komên çete ku tevliheviyê li taxê belav bikin, lê têk çû. Niha jî yekser bi balafirên bêmirov û bi çek şerê me dike, lê ji ber ku em di parastina hebûna xwe de prensîba xweparastinê pêk tînin, wê dewleta Tirk dîsa têk biçe."

Azad îşaret bi vê yekê kir ku di encama hevgirtina pêkhateyên taxê, berxwedana wan û kombûna wan li derdorê yekîneyên parastinê, serkeftin bi dest xistin û got: "Ev berxwedan bû mînak, ji ber ku çanda xweparastinê pêk anî. Lewma divê em ji bo belavkirina vê çandê bixebitin û li hemû herêmên xwe bi cih bînin."

Azad Heleb banga piştgiriyê li gel kir û wiha pê de çû: "Em her dem amade ne, em dev ji gelê xwe bernadin, em ê piştgiriya gelê xwe bikin. Divê gel jî piştgiriyê bide me da ku em hevdû temam bikin û serkeftinê misoger bikin. Em ê bi xwe xaka xwe biparêzin, ji ber ku dewlet li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker bêdeng in û destwerdanê nakin."

Piştî civîna Soçiyê ya di navbera serokên Rûsya û dewleta Tirk a dagirker de ku di 5’ê Tebaxê de pêk hatibû, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn.

(hs)

ANHA