​​​​​​​Akademîsyenên ereb: Siyaseta Tirkiyê li ser peydakirina tevliheviyan rabûye

Akademîsyen û pisporan diyar kir ku civata navneteweyî ji ber berjewendiyên xwe li hember tevger û timayên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmê û siyasetên wê yên li ser derxistina tevliheviyê û pirsgirêkan ava bûye, bêdeng e. Her wiha destnîşan kirin ku Erdogan bi armanca berdewamkirina desthilatdariya xwe û sivikkirina barê aloziya siyasî û aborî li Tirkiyê, hinekî têkiliyên xwe bi dewletên herêmê re, aram kir.

​​​​​​​Akademîsyenên ereb: Siyaseta Tirkiyê li ser peydakirina tevliheviyan rabûye
29 tebax, 2022   04:26
QAHÎRE – MUHSIN EL MESRÎ

Di çend rojên borî de artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin.

Di 28’ê Tebaxê de, di encama êrişa balafireke bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk li dijî navçeya Til Rifetê de, 4 welatî şehîd bûn û gelek welatiyên din jî birîndar bûn. Her wiha deverên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ji êrişan bêpar neman.

Bêdengiya navneteweyî ya li hemberî van sûcên Tirkiyê yên dubarekirî, pirsek têkildarî redkirina berê û hişyariyên hêzên navneteweyî yên li hemberî operasyona leşkerî ya ku Erdogan dixwest li ser herêmên Rêveberiya Xweser bike, derxist holê, çima hêzên mezin li hemberî sûcên dagirkeriya Tirkiyê li bakurê Sûriyê bêdeng in?

Li gorî gelek pirspor û analîzanan, rejîma Tirk wek hevalbendeke stratekîk a dewletên rojavayî xizmetên xwe pêşkêşî welatên rojavayî dike li beramber bêdengiya wan li hember sûcên ku li dijî gelên herêmê pêk tîne bi taybet gelê Kurd. Her wiha diyar kirin ku normalîzekirina têkiliyan di navbera Enqere û Til Evîvê de ku beriya çend rojan rû daye, beşek ji vê siyasetê ye.

GIRÊDANA ENQERE BI ROJAVA RE

Profesorê zanistên siyasî yê zanîngeha Muta ya urdunî, Eyad El Mecalî, bêdengiya navneteweyî ya li hember binpêkirinên Erdogan li dijî serweriya Sûriyê û Iraqê û têkiliya wî bi Îsraîlê re, danûstandina wî ya fêlebaz bi aloziya Ukraynayê re, wek nîşana hebûna projeyeke siyasî ya împratorî bi nav kir.

El Mecalî ji ajansa me re wiha axivî: “Sedema danûstandin û têkiliya Enqereyê bi kirîzên bakurê Sûriyê re ew e ku ew dixwaze tev li Yekitiya Ewropayê bibe û ber bi rojhilat ve fireh bibe û deverên Sûriyê û Iraqî dagir bike, da ku bi rengekî stratejîk li herêmê cihê xwe bigire û ji bo demeke diyar destkeftiyên siyasî bi dest bixe.”

El Mecalî wiha domand: “Bêguman Enqere piştgiriyê dide kirîz û pevçûnên li herêmê, li hember wê jî bêdengiyeke navneteweyî heye. Ev tişt îşaret pê dike ku Enqere girêdayî rojava ye û berjewendiyên hêzên mezin ên li herêmê ye. Nexasim ku piştgiriya kom û milîsên çekdar dike, olê bi kar tîne da ku piştgiriya terorê bike. Ji bo ku tevlihevî û alozî li herêmê bidomin. Li rex wê jî êrişên xwe li dijî bakur Iraqê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hicetên ne rast qaşo şerê PKK`ê bike, zêde kirin.”

Her wiha, El Mecalî diyar kir ku dema ku dewletên mezin piştgiriya siyasî ji bo Enqere û erkdarkirina wê didomîne ji bo nakokî û tevlihevî li herêmê berdewam bike û nirxandina xwe wiha domand: Dewletên herêmî xwe li paş armancên di aloziya Sûriyê de pêk nehatine û di sekna li hember timayên Erdogan de vedişêrin. Tenê sûcên leşkerî û siyasî yên Tirkiyê li hember gelên herêmê şermzar dikin. Ji ber wê gelek aliyên herêmî nikarin helwesteke diyar nîşan bidin ji bo kiryar û stratejiya dijminane û timayên Tirkiyê rawestînin ku li dijî projeya pêşketina netewe û gelên wê û dewletan ji mafên wan di avê de mehrûm dike.

BERJEWENDIYÊN HEVBEŞ

Girêdayî heman mijarê, profesorê Dîroka Nûjen a Zanîngeha Lobachevsky a rûsî, Umer El Dîb wiha anî ziman: “Tirkiyê vê dawiyê ji siyasetên xwe armanc dike, pirsgirêkên xwe li Rojhilata Navîn û qonaxa dijminatiyê û nakokiya bi gelek dewletan re bi dawî bike. Ji ber ku Erdogan dixwaze desthilatdariya xwe berdewam bike, kirîza aborî û aloziyên di encama wê de derketine,

Pirsporê kar û barên navneteweyî da zanîn ku tevgerên Erdogan ên li hember Îsraîlê û rola wî di şerê Rûsya-Ukraynayê de dihêle ew bibe beşek ji pergala rojavayî ku Tirkiyê wek hevalbendeke stratejîk dibîne. Ji ber wê jî li hember siyaseyên Tirkiyê yên li dijî herêmê bêdeng dimînin.

El Dîb diyar kir ku koalîsyonên mezin ên cîhanê êdî bi berjewendiyên stratejîk bi Tirkiyê û rêjîma Erdogan ve girêdayî ne, ev yek dihêle herkes li hember sûcên Tirkiyê yên li dijî Kurdan li Sûriyê û Iraqê bêdeng bin.

(mh)

ANHA