Ev saleke cenazeyên şehîdên kemîna Xelîfanê di destê PDK´ê ne

Salek di ser kemîna li herêma Xelîfanê re derbas bû ku PDK´ê ji komeke gerîlayên HPG´ê re danîbû, lê hîna cenazeyên şehîdên kemînê di destê PDK'ê de ne.

Ev saleke cenazeyên şehîdên kemîna Xelîfanê di destê PDK´ê ne
28 tebax, 2022   06:27
NAVENDA NÛÇEYAN- MEDYA HENAN

Mîna îro, anku 28´ê Tebaxa 2021´an PDK´ê li nêzî çemê Zê kemînek li pêşiya 7 gerîlayan danî ku ji herêma Qendîlê diçûn Behdînanê.

Koma gerîlayan ji Nesrîn Temir (Tolhildan Raman), Hekîm Acar (Şoreş Mardîn), Hacara Atabak (Axîn Mezrê), Suleyman Kacar (Şoreşger Colemêrg), Yucel Kandemir (Brûsk Munzur), Yûsif Îbrahîm (Serdem Cûdî) û Heqî Zîlan pêk dihat.

Hêzên PDK´ê gule li koma gerîla reşand, di encamê Tolhildan Raman, Şoreş Mardîn, Axîn Mezrê, Şoreş Colemêrg, Serdem Cûdî şehîd bûn. Lê gerîla Heqî Zîlan ji kemînê rizgar bû û karîbû xwe bigihîne hevalên xwe yên li herêma derdorê. Heqî Zîlan ji raya giştî re hûrgiliyên kemînê eşkere kirin û wiha gotibû: "Piştî me çem derbas kir, em hinekî li ser keviyê çemê rawestîn. Şehîd Serdem Cûdî li pêş bû û yek ji qoriyan bû û li pişt wî jî Şoreş Colemêrg, Şoreş Mardîn, Tolhildan, Axîn û Birûsk hebûn û ez jî li dawiyê bûm. Em li gorî qanûnê meşê yên gerîla tevgerîn. Em hîna 100 metreyî ji keviyê çemê bi dûr neketine, bi çekên giran ji girên derdorê û bêyî tu hişyarî û agahiyan, gule li me reşandin. Wê demê em li herêmeke deştê bû û me nikarî xwe biparasta."

BERIYA KEMÎN ÇI ÇÊBÛ!

Beriya koma gerîlayên HPG´ê bikeve kemîna PDK´ê, artêşa Tirk a dagirker ji 17´ê Nîsana 2021´ê ve êrişên xwe li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde kirin. Ev êriş bi tevkariya PDK´ê tên kirin ku ji 40 salî ve sewqiyatên xwe yên leşkerî li herêmê bi cih kirine.

Armanca sereke ji sewqiyata PDK´ê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê ew e ku tevgerên HPG´ê ku bersivê didin êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê asteng bikin, wan dorpêç bikin û agahiyên îstîxbaratî li ser tevgerên HPG´ê kom bikin û bidin MÎT´a Tirk.

Di 16´ê Cotmeha 2020´an de PDK´ê hêzên xwe yên taybet bi navê "Gulan'' û çeteyên "Roj" bi çekên giran şandin sînorê bajarokê Dînarte yê Başûrê Kurdistanê. Ev hêz li li gundên Melkê, Dusteka, Gîsê, Mamîşmîş, Girê Dînarte, Girê Mezrîngan, Girê Nawxuş, Girê Difrî û gundên Asuriyan yên li devera eşîra Zêbaryan hatin bicîhkirin, çeper û baregehên nû hatin avakirin.

Di 28´ê Cotmeha 2020´an de hêzên PDK’ê yên bi navê Gulan û çeteyên Roj sewqî komelgeha Bakurman a li sînorê Dînarte hatin kirin û li cihê Firqeya 6`an a Zêrevanî hatin bicîhkirin.

Di rojên destpêkê yên Mijdarê de PDK’ê hêzên xwe yên taybet ên bi navê ‘Mekteba Serok’ ji gundê Sirêşme yê bajaroka Xelîfan ê Hewlêrê heta digihîje gundên Barzan ên Dihokê, bi çekên giran li ser qadek bi sedan kîlometreyan bi cîh kirin.

ARMANCA PDK´Ê

 PDK´ê bi rêya tevgerên xwe yên dawîn hewl da Herêmên Parastinê yên Medyayî parçe bike û Qendîlê ji Bakur û Rojava ve ji aliyê Şengalê ve îzole bike û tevgerên gerîlayan bi rêya çeteyên Roj ku bi destê PDK´ê û MÎT´a Tirk hatine avakirin qels bike. Di heman demê de agahiyan li ser tevgerên HPG´ê kom bikin û rê li pêş artêşa Tirk a dagirker vekin ku derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bibin.

KÊ PRSPEKTÎFÊN PÊKANÎNA ÊRIŞA LI DIJÎ KOMA GERÎLA DA?

Çavkaniyan ji ajansa me re da zanîn ku fermanên pêkanîna êrişa Xelîfanê ji fermandarê Hêzên Zêrevanî yên Taybet, Ezîz Weysî û berpirsê pêşmerge Dilovan Rûbarî hatin dayîn. Çavkaniyan destnîşan kir ku navên gelek endamên çeteyên Roj ên ku bi PDK´ê re beşdarî wê êrişê bûne hene; Şêran Remedan Sîma, Mêvan Îsa Îbrahîm, Îsmaîl Mihemed Salih û Raid Îsa.

ENCAMÊN KEMÎNÊ

Piştî  ku PDK´ê kemîn vegirt, Navenda Ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) di 4´ê Cotmehê de daxuyaniyek dabû û wiha tê de gotibû: "Agahiyên ji me re hatine ew in Hêzên PDK´ê li herêma Xelîfanê dema komeke ji 7 gerîlayan hewl da çemê Zê debas bike, xistin kemîn û êrişî wan kir."

HPG´ê di daxuyaniya xwe de wiha eşkere kiribû: "Ji vê yekê krêttir tune ye. Hêzên PDK´ê kemînek ji hêzên me re vegirt. Tu têkiliya vî karî bi rihê neteweyî yê kurdî re tune ye. Ev êriş dê zirareke mezin bigihîne doza kurdî. Zelal bû ku rêveberiya PDK´ê plan kiribû ku hêzên xwe deyne nêzî hêzên me, da ku hêzên me neçar bike wan hedef bigirin. Di vê merheleya hestiyar de me berjewendiya gelê xwe raxistiye ber çavên xwe û em hêzên PDK´ê hedef nagirin. Dema me biryar da ku wan hedef nagirin, wan kemînek ji hêzên me re danî û hedef girtin."

HELWESTA GELÊ KURDISTANÊ Û RADESTNEKIRINA CENAZEYAN

Tevî sosretî û krêtbûna siyaseta PDK´ê û di pêngaveke dûrî nirx û rêgezên Kurd û Kurdistanî û navneteweyî de, PDK´ê red kir ku cenazeyên 5 gerîlayan radestî malbatên wan bike. Lê gelên Kurdistanî û hêzên siyasî yên Kurdistanî li hember hêzên PDK´ê bertek û hêrsa xwe nîşan da û bang kir ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bikin. Lê PDK´ê ne daxuyanî ne jî helwestek li ser wê yekê nîşan da. Bi wê re malbatên her du şehîdan Tolhildan Raman û Serdem Cûdî di 5´ê Cotmeha 2021´an de berê xwe da deriyê Sêmalka. Malbatên banga radestkirina cenazeyên xwe kirin û xiyanet PDK´ê şermezar kir. Malbatan li wir 111 rojan çalakiya konvedanê li dar xist. Bi dehan şandeyên ji sazî û desteyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, saziyên civaka sivîl, rêxistinên mirovî, rûspiyên eşîran û Nivîsgeha Oldaran, HPC, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Bakur û Rojhilatê Sûriyê û yekitiyên girêdayî TEV-DEM´ê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar bûn.

Dayikên Aştiyê jî 3 caran jî ji bo ku peyama xwe bigihînin desthilatên Başûrê Kurdistanê û PDK´ê berê xwe da deriyê Pêşxabûr, lê çekdran bi çekan li hember dayikan sekinîn û nehişt derbasî deriyê Pêşxabûr bibin.

Xwişka şehîd Tolhildan Raman, Evîn Temir li ser vê bûyerê wiha got: "Em bi şehadetê ne xemgîn in, lê ya bi êş ew e zarok, xwişk û birayên me bi destê xayînan û bi rêbazên xayîn tên şehîdxistin."

Evîn Temir da zanîn ku çalakiya konvedanê 111 rojan dewam kir, bi wê re rûyê PDK´ê yê rasteqîn û xiyaneta wê ya gelê Kurd hate eşkerekirin û wiha domand: "Malbata şehîd Tolhildan hîna li benda wergirtina cenazeya keça xwe ne. Em rojekê jî ji daxwaza wergirtina cenazeya keça xwe venegeriyan e. Me bi Rêxistina Heyva Sor a Kurd re têkilî danî ku peywendiyê bi hikumeta Herêma Kurdistanê re deyne, lê hikumet û PDK´ê tu helwest û bersivek li ser xwestekên me nîşan nedan."

Niha jî û piştî derbasbûna salekê di ser kemînê re, hîna cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan nebûne û PDK´ê heta niha bi kiryara xwe îtîraf nekiriye, lê ji wê zêdetir bi dagirkeriya Tirk re beşdarî êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dibe û agahiyên îstîxbaratî li ser têkoşer û fermandarên li Başûrê Kurdistanê dide. Herî dawî jî şehadeta cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ferhad Şiblî di 17´ê Hezîranê de bi rêya balafirên bêmirov a dewleta Tirk li parêzgeha Kelarea ya Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê.

(fr)

ANHA