Pêngava 'Mirovî û Ewlehiyê' di roja 4`emîn de ye: Tunelek hat dîtin

Qonaxa duyemîn a Pêngava "Mirovî û Ewlehiyê" li Kampa Holê di roja 4`emîn de li beşê duyemîn ê kampê di saetên serê sibehê de dest pê kir. Di saetên destpêkê de yên îro de tunelek û xaniyên bi blokan hatine çêkirin, hatin dîtin û hejmareke kon hatin rakirin.

28 tebax, 2022   05:53
HESEKÊ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSD, YPG/YPJ`ê di 25`ê Tebaxê de qonaxa duyemîn a Pêngava "Mirovî û Ewlehiyê" ragihand.

Pêngav îro di roja 4`emîn de li beşê duyemîn ê Kampa Holê ku taybet bi penaberên Iraqî ye di saet 05.00`ê berbangê de dest pê kir.

Destpêkê penaber hatin agahdarkirin ku kes ji konên xwe dernekeve. Piştre hêzên pêngavê bi erebeyên zirxî derbasî nava beşê duyemîn bûn û dest bi lêgerînê kirin. Bi baldariyek mezin piştî lêgerînê penaber ji bo nûkirina sicilan hatin komkirin.

Di encama lêgerînê de tunelek û xaniyên ku bi blokan hatibpn çêkirin, hatin dîtin. Hêjayî bibîrxisitinê ye ku avakirina xaniyan di nava kampê de qedexe ye.

Tê texmînkirin ku şaneyên veşartî xwe di wan xaniyan de vedişêrin, her wiha perwerdeya li ser fikrê tundraw û terorîst yê DAIŞ`ê didin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn tunel û xaniyên blokan xirab kirin. Her wiha gelek konên penaberan ku şaneyên veşartî dest danîbûn ser û wekî navendeke perwerdeyê û mêjîşûştinê bi kar dianîn, hatin dîtin. Ew kon jî ji aliyê hêzên pengavê ve hatin rakirin.

Operasyonên paqijkirin û lêgerînê li beşê duyemîn ê Kampa Holê didomin.

(cb,es)

ANHA