Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryardariya berxwedanê û tolhildana şehîdan nû kirin

Malbatên şehîdan ên navçeya Amûdê û koçberên ji Efrînê soza şopandina xeta şehîdan da û got, "Dewleta Tirk bi êrişan nikare dawî li berxwdana me bîne û dê xwîna şehîdan li erdê nemîne.''

Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryardariya berxwedanê û tolhildana şehîdan nû kirin
28 tebax, 2022   05:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker ji sala 2020`an ve êrişên xwe bi balafirên bêmirov ên biçek li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kirin. Bi taybet piştî civînên Soçî û Tahranê êriş li ser herêmên bi awayekî dijwar zêde bûne. Di 16`ê Tebaxê de balafirên bêmirov yên biçek li gundê Sinciqa Sedûn ya girêdayî navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo êrişî şervanên Erka Xweparastinê kir. Di 24`Tebaxê de jî dewleta Tirk a dagirker bi balafireke xwekuj li sivîlên navçeya Til Rifet a girêdayî kantona Şehbayê da. Di encamê de şehîd û birîndar çêbûn.

Têkildarî mijarê, malbatên şehîdên Erka Xweparastinê û şêniyên Efrînê yên koçber xwe nêrînên bi ajansa me re parve kirin.

EM Bİ ŞEHÎDÊN XWE SERBILIND IN

Bavê şehîd Seed Rêzan Xelîl(Demhat Amûdê), Rêzan Xelîl jî anî ziman ku bi şehadeta lawê xwe serbilind e û got: “Serê min li ber şehadeta kurê min bilind e. Dewleta Tirk dijminê me Kurdan e, çi ji destê wî were, wê li hember me û zarokên me bike. Ji gundê me 4 şehîd çêbûn, weke Komujiya Sînemaya Amûdê anîn serê me. Heta dilope xwînê di canê me de hebe em ji rêya wan nazivirin."

Xelîl destnîşan kir ku dijminên gelê Kurd gelek in û hemû ji bo tunekirina Kurdan li hev dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Her roj em dibînin zarok, jin û ciwanên me tên şehîdxistin, tu kes dengê xwe ji vê hovîtiya dewleta dagirker re nake. Ew jî hevkarên sûcên dewleta Tirk in, ger ne wisa be, wê qada hewayî li pêş balafirên Tirkan qedexe bikira. Erdogan dibêje; ger konekî Kurdan li ku derê hebe, ez ê lê bixim.  Bi van êrişên xwe dixwaze xaka Sûriyê dagir bike, hikumeta Şamê jî li hember ji vê re bêdeng e. Banga min ji tevahî ciwanan ew e ku li ser rêya şeref û rûmetê bimeşin, çi erk bikev li ser milê wan ji bo gel û xaka wan pêwîse pêk bînin.”

GER BÊ XWESTIN EZ Ê JÎ ÇEKA WAN RAKIM

“Ji vê meşê em ne poşman in” bi van gotinan jinapa şehîd Demhat Amûdê, Suleya Şêxo destnîşan kir ku wê ji vê rêyê venegerin û wiha pê de çû: “Dema em parçek ji kezeba xwe didin gelek giran e, lê me soza serkeftinê ji van şehîdan re daye. Ger bê xwestin ez ê jî çeka wan rakim. Em weke malbata şehîdan daxwaz dikin ku van kesayetên dibin sedema şehadeta zarokên me li ber çavên dayikên şehîdan werin darvekirin."

Dayika şehîd Ehmed Mihemed Qafûr (Baran Amûdê), Qedriya Yûsif Hemed jî ev tişt gotin: “Êşa me dayikên şehîdan bi giştî yek e. Em bi giştî cîranên hev in, zarokên me hemû hevalên hev bûn û bi heskirina welat berê xwe dan nav Erka Xweparastinê ji bo ku welatê xwe ji dagirker û dijminan biparêzin.”

TU XWÎNÊ NEDÎ, TU NAGIHÎ DOZÊ

Bavê şehîd Baran Amûdê, Mihemed Qafûr jî li ser mijarê axivî û diyar kir ku doza welat bê xwîn nabe û got: “Dijminê me xedar e, yek jî navê wî dijmin e. Baranê min şehîd ket, ez amede me herdu lawê xwe yên din tev li nav refên parastina welat bikin. Ez tu caran çeka kurê xwe Baran Amûdê li erdê nahêlim.”

Mihemed Qafûr, îşaret pê kir ku ji sala 1984’an ve tevgera azadiyê nas dike û got: “Divê malbatên şehîdan hesabê ji kesên xayîn bixwazin. Her du kurên min di focekê de bûn, min ji birayê Baran re got tu biçe cihê Baran bila ew hinekî were em bibînin. Nîv seat derbas nebû, min dît birayê Baran hat min jê pirsî çima tu hatî çima Baran nehatiye. Got; Baran gotiye tu biçe ez ê li vir bim, biçe bila destûra te xilas bibe, şûnde were. Em bi şehadeta kurê xwe serbilind in, ji ber di rêka rûmeta welatê xwe de şehîd bû. Tu xwînê nedî, tu nagihê dozê."

EM XAYINAN JI NAV XWE DERXIN

Bavê şehîd Mahir Rakan El-Mixlif (Şoreş Dirbersiyê), Rakan Mixlif diyar kir ku lawê wî bi daxwaza xwe ji bo parastina şoreşê tev li Erka Xweparastinê bûye û wiha axivî: “Em weke malbat bi çûna kurê xwe qet ne poşîman in. Kurê min ji doza xwe bi bawer bû. Dewleta Tirk a dagirker êrişî me dike, em li ser axa xwe ne. Em ê heta dawî li pey şopa zarokê xwe bin, axa xwe biparêzin. Tişta ku bikeve ser milê me heta dawiyê em ê bikin. Em xwîna kurê xwe li erdê nahêlin, kurê min şehîd bû, îro bi dehan li şûna kurê min û hevalên wî digrin. Banga min ji gelê me ew e ku em hemû bibin yek xayînan ji nav  xwe derbixin û xwedî li şehîdan derkevin.”

BI MIRINÊ NIKARIN DAWÎ LI ME BÎNIN

Welatiya bi navê Zozan Reşîd got: “Dewleta Tirk di van rojên dawî de êrişên xwe yên li ser herêma me zêde kiriye û bi balafirên xwekuj sivîl kirin hedef. Di encamê de welatî şehîd û birîndar bûn.”

Zozan Reşîd xîtabî dewleta Tirk a dagirker kir û got, “Bi mirinê dawiya Kurdan û gelên aştîxwaz nayê. Dewleta Tirk nikare dawî li berxwedan û têkoşîna me bîne.”

Koçberê ji Efrînê yê bi navê Ismet Hesen jî îşaret pê kir ku ciwanekî dema amadekariyên daweta xwe dikir ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate qetilkirin û bi domdarî got: “Komkujiya ku li Til Rifetê bûye ne însan dipijirînê û ne jî erd qebûl dike. Ciwanekî ku amadekariya daweta xwe dikir û erebe dixemiland di êrişa balafira xwekuj de şehîd bû."

Hesen di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku dewleta Tirk a dagirker çi dike bila bike, ew ji hovîtiya wê natirsin û wiha pê de çû: "Berovajî, îsrara me ya mayînê zêde dibe. Em ji vir dernakevin heta vedigerin Efrînê."

YÊN ÎDİAYA PARASTİNA MAFÊN MİROVAN DİKİN, BÊDENG İN!

Welatiyê bi navê Ednan Mistefa jî êrişên rojane yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar kir û wiha axivî: “Ji dagirkeriyê re êdî bes e. Dagirkeriya Tirk rojane topan davêje nava mal û milkên sivîlan, em vê yekê şermezar dikin û dibêjin êdî bes e ji dagirkeriyê re, bes e ji hedefgirtina  jin û zarokan re.”

Mistefa bang li civaka navneteweyî û komeleyên mafên mirovan kir ku sûcên dagirkeran bibînin û got: “Heta kengî wê êrişî jin û zarokan bikin. Li Til Rifetê sivîl dijîn, ka ew kesên ku dibêjin em mafên mirovan diparêzin! xwe di bin kirasekî reş de veşartine û li hemberî van êriş û kiryaran bêdeng in.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/d9sCJd2ywCY" title="Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryardariya berxwedanê û tolhildana şehîdan nû kirin - AMÛDÊ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>