ROJEVA NÛÇEYAN A 28-8-2022`YAN

ROJEVA NÛÇEYAN A 28-8-2022`YAN
27 tebax, 2022   23:00

Qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Kampa Holê dest pê kiriye, di roja çaran de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Çalakiya konvedanê ya HPC û Kongra Star bi dirûşma Kanî Dadmendiya we? di roja 17`an de li pêşiya avahiya NY`yê ya li Qamişloyê didome saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di çarçoveya xweparastinê de jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî xwe fêrî bikaranîna çekan û destwerdanên bingehîn dikin ku li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bertekên li hemberî vegera têkiliyên hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker a li ser hesabê gelê Sûriyê, zêde dibin. Rûspiyên hin eşîrên Ereb jî diyar kir ku çi têkiliyeke normalîzekirinek bi armanca têkbirina projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Malbatên şehîdan berxwedana gerîlayan a li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker silav kir û got “Planên qirkirina Kurdan bi ser nakevin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Malbatên şehîdan ên navçeya Amûdê û koçberên ji Efrînê soza şopandina xeta şehîdan da û got, "Dewleta Tirk bi êrişan nikare dawî li berxwdana me bîne û dê xwîna şehîdan li erdê nemîne.''(BI WÊNE Û DÎMEN)

Di çarçoveya amadekariyên Pêşbirka Hespên Erebî yên Esîl de ku wê di destpêka meha Îlonê de li bajarê Reqayê bê lidarxistin, Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclisa Sivîl a Reqayê bi piştgiriya Lîwa Ceyş El Siwar (Tûgeya Artêşa Şoreşgeran) a  girêdayî QSD'ê dest bi amadekariyên qada pêşbirkê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Salek di ser kemîna ku PDK´ê li dijî komeke gerîlayên HPG´ê pêk aniye re, derbas bû û hîna jî red dike ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bikin.(Bİ WÊNE)

Hevserokê Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandinî ya Reqa Ehmed El Elî têkildarî rakirina pembo got: "Me li Reqa û gundewarê wê navendên wergirtina pempo amade kirin û tîm li ser proseya wergirtin û depokirinê perwerde kir." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Pisporê kar û barên komên tundraw Munîr Edîb hişyarî da ku dijwarbûna êrişên dewleta Tirk li ser herêmê xetereyeke rasteqîn li ser stratejiya li hemberî DAIŞ'ê ye ku divê civata navneteweyî li hemberî wê bisekine.(Bİ WÊNE)

RAPOR

Di 1998’an de 11 rojan piştî destpêkirina Komploya Navneteweyî Lihevkirina Edeneyê hat îmzekirin û di sala 2011'an de 20 rojan beriya serhildanên li Sûriyê hat nûkirin. Vê lihevkirinê di 2019'an de rê li ber êrişên dagirkeriyê yên li ser Serêkaniyê û Girê Spî vekir û niha jî hewl didin ji bo êrişên dagirkeriyê bi kar bînin.

CÎHAN

Li bajarê Derayê aloziya ewlehiyê û bûyerên suîqestê zêde dibin, çavkaniyan eşkere kirin ku guhertin li ser asta belavbûn û serweriya şaxên ewlehiyê yên hikumeta Şamê li gundewarên herêmê tên kirin. Li Iraqê jî Tevgera Sedr bi nêzîkbûna dema  ragihandina dadgeha federal a der barê bangên hilweşandina, parlamantoyê de zextên xwe li ser dadweriyê zêde kirin.

Serokê Fransa Emanuel Macron 25`ê Tebaxê de bi awayekî fermî serdana Cezayir kir ku du rojan dirêj kir. Dema ku li Ewropayê aloziya kêmbûna gazê heye. Gelo girîngiya vê serdanê çi ye? Encamên wê çi ne?

ANHA