Zarokên şehîdan ên Qamişlo: Tirkiyê sûcan li dijî zarokatiyê û zarokan pêk tîne

Zarokên şehîdan çalakiyeke protestoyî li dar xist û êrişên dewleta Tirk a dagirker û hedefgirtina zarokan şermezar kirin.

Zarokên şehîdan ên Qamişlo: Tirkiyê sûcan li dijî zarokatiyê û zarokan pêk tîne
27 tebax, 2022   17:26
 QAMIŞLO

Çalakiya protestoyî li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li Qamişlo hate lidarxistin. Bi dehan zarokên şehîdan beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de keça şehîd Şiyar Elî, Lîlav Elî Şiyar axivî û got: “Dewleta Tirk a dagirker sûcan li dijî zarokatiyê û zarokan pêk tîne. Rojane li gel bêdengiya civata navneteweyî û cîhanê zarokan dikuje.”

/ar/uploads/files/2022/08/27/164823_img_7784.webp

Lîlav Elî Şiyar bang li cîhanê kir ku yekser mudaxele bikin, hovîtiya Erdogan a li dijî zarokatiyê rawestînin û wiha domand: “Em dixwazin dengê me bigihêje cîhanê ku kuştin û şehadet vîna me zêde dike û em ê şopa şehîdên xwe berdewam bikin.”

Balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker di 18`ê Tebaxê de navendeke perwerdeyê ya keçan a di bin rêveberiya NY`yê de li gundê Şemokê yê li ser rêya Til Temir û Hesekê de kir hedef. Di encamê de 4 keç şehîd bûn û 11 keçên din jî birîndar bûn.

(dm)

ANHA