Niştecihên Kampa Weşûkanî li dijî êrişan xwepêşandan li dar xist

Bi sedan niştecihên Kampa Weşûkanî ya Hesekê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê xwepêşandan li dar xist û banga rawestandina êrişên hovane yên dewleta Tirk kir.

Niştecihên Kampa Weşûkanî li dijî êrişan xwepêşandan li dar xist
27 tebax, 2022   15:34
HESEKÊ

Ji ber zêdebûna êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina welatiyan bi rêya balafirên bêmirov, li ser bangewaziya Kongra Star a Hesekê, niştecihên Kampa Weşûkanî xwepêşandan li dar xist û êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

/ar/uploads/files/2022/08/27/133513_khwlh-salm.webp

Xwepêşandan ji pêşiya Meclisa Kampê dest pê kir û li dawiya kampê rawestiya û veguherî miting. Di mitingê de, endama meclisa Kampa Weşûkanî Xewla Salim daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk vê dawiyê hemû pîvanên mirovî, nirxên û rêgezên mafên mirovan binpê kirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku siyasetên dewleta Tirk ên niha û siyasetên osmaniyan heman in ji ber her du jî komkujiyan li dijî gelên herêmê yên resen ên Kurd, Ereb, Ermen, Suryan û Asûr pêk tînin. 

Her wiha di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker û siyasetên wê yên li dijî herêmê, bi taybet jinên têkoşer, çalakvanên siyasî hatin şermezarkirin.

Der barê bêdengiya civata navneteweyî de di daxuyaniyê de hat gotin: “Divê Rûsya û Amerîka yên lihevkirinên agirbestê bi Tirkiyê re sala 2019`an îmze kirine, Tirkiyê neçar bikin ku pabendî van lihevkirinan be. Sûc û siyasetên wê yên qirkirinê rawestînin. Divê NY û civata navneteweyî berpirsyariyên xwe bînin cih, dagirkirina herêmê ji aliyê Tirkiyê ve bi dawî bikin.

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdên êrişên balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker re hat xwestin û soza şopandina rêya şehîdan hat dayîn.

ANHA