​​​​​​​Li Holê buyerên kuştinê bi talîmata dewleta Tirk dikin

Pêngava li Kampa Holê bi wergirtina sicîlên pênaberên beşa yekem de didome. Der barê pêngavê de Nalîn Ebdilqadir diyar kir ku bi êriş û gefên dewleta Tirk re bûyerên kuştinê li kampê zêde dibin û got: “Bi taybet ev talîmat ji aliyê dewleta Tirk ve tên dayîn.”

​​​​​​​Li Holê buyerên kuştinê bi talîmata dewleta Tirk dikin
27 tebax, 2022   15:16
HESEKÊ

Qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li Kampa Holê ya li rojhilatê Hesekê dest pê kiriye di roja sêyem de bi wergirtina sicîlan didome. Hêjaye bibîrxistinê ye ku îro di saetên piştî nîvro de du endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn yên jin rastî êrişên malbatên çeteyên DAIŞ`ê hatin. Di encamê de her du endam birîndar bûn. Malbatên çeteyên DAIŞ îro penabereka iraqî (62) birîndar kir. Ruxmî hemû astengî û tevliheviyên van malbatên çeteyên DAIŞ, lê Hêzên Ewlekariya Hundirîn xebatên wergirtina sicîlan didomînin û êrişên wan têk dibin.

Duh Hêzên Ewlekariya Hundirîn sicîla 813 pênaberên iraqî û sûrî yên di beşa yekemîn a kampê de wergirt. Îro jî sicîla bi sedan pênaberên beşa yekemîn hate girtin.

/kr/uploads/files/2022/08/27/151648_img_0128.webp

Yek ji rêveberiya ragahandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Cizîrê Nalîn Ebdilqadir balkişand ser pêwîstiya lidarxistina pêngavê û got: “Ji serê salê heya niha gelek êriş di nav kampê de çê dibin. Bi giştî rewşa kampê nebaş e. Ji ber wê me dixwest di zûtirîn dem de vê operasyonê li dar bixin, lê êrişên û gefên dewleta Tirk ev hewldanên me hinekî dereng xistin. Em dixwazin ev operasyon ji operasyona dîtir bi encamtir be. Em lêgerîneke berfireh pêk tên.”

TALÎMATAN JI DEWLETA TIRK DIGRIN

Nalîn Ebdilqadir diyar kir ku bi baldariyeke gelek mezin pêngav didome û wiha domand: “Di vê operasyonê de ji kontrolkirina konan, lêgerîna tunelan û girtina şaneyên veşartî baldariyeke gelek mezin heye. Ji ber vê wê dema operasyonê dirêj bike. Her diçe êrişên DAIŞ li kampê zêdetir dibe. Ew dixwazin v; peymê bidin “va ye em hene”. Van bûyerên kuştinê jî li ser wê esasê dikin.  Bi taybet ev talîmat ji aliyê dewleta Tirk ve tên dayîn. Dema êrişên dewleta Tirk çê dibe yekser ev der jî dikeve tevgerê ku tevgera xwe dikin yek.”

“Di dema şerê zindana Sînaa de çeteyên li vir çekên hevalên me xwekirin û hewildan xwe bigîhînin Sînaa” bi van gotinan Nalîn Ebdilqadir behsa xeteriya van çeteyan kir û got: “Li dijî hevalên me çekên giran hatin bikaranîn. Tevgera yên li vir û zîndana Sînaa jî yek bû. Bi taybet em lêgerîna wan çekên giran dikin da ku bibînin.”

ANHA