​​​​​​​Jinên kantona Hesekê; Em hêz ji fikr û felsefeya rêber Ocalan digirin

Jinan li kantona Hesekê diyar kirin ku pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kilîta çareserkirina hemû pirsgirêkên civakê û rizgarkirina pêkhateyên civaka demokratîk e û gotin ew hêzê ji fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan digirin.

​​​​​​​Jinên kantona Hesekê; Em hêz ji fikr û felsefeya rêber Ocalan digirin
27 tebax, 2022   16:49
HESEKÊ

Kongra Star a Kantona Hesekê gelek nameyên ku ji bo rêber Abdullah Ocalan re ji aliyê jinên kantona Hesekê ve hatine nivîsandin, kom kirin. Di çalakiyekê de navaroka wan parve kir. Her wiha tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye ferzkirin, şermezar kir.

Kongra Star di çalakiyê de daxuyaniyek da û tê de teqezî bi berdewamkirina têkoşîna jinan ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir.

Endama Kongra Star Lîlav Hisên dauxyanî xwend û tê de got: “Rêber Abdullah Ocalan ne tenê kilîta rizgarkirina pêkhateya kurd û jinên kurd e lê belê kilîta rizgarkirina hemû pêkhateyên civaka demokratîk e.

Dewleta Tirk cezayên herî giran û yên dermirovî li rêber Abdullah Ocalan dibire. Ji mafên jiyanê yên herî besît, mafê jiyana bi azad li derveyî girtîgehan bê par dihêle

Em jinên pêkhateyên herêmê yên kurd, ereb, asûr, suryan û ermen ên bi hev re dijîn destnîşan dikin ku azadiya rêber Ocalan ji azadiya jinan e. Bi rizgarkirina rêber Ocalan, dê hemû pirsgirêkên li civakê çareser bibin. Dewleta Tirk a dagirker ji ber tirsa ji fikirê rêber Ocalan ê avakirina civakeke demokratîk û azad armanc dike, êrişên xwe li dijî herêmê zêde kirin.

Em tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û cezayên giran ên li dijî wî tên birîn, şermezar dikin.

Gelek jinên pêkhateyên herêmê nameyên tijî hezikirin û girêdana bi fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan ve dişînin. Ev fikrê ku jin rizgar kir, qeydên li ser bi dawî kir û hişt jin di rêya azadiyê de bimeşe.

Em soz didin ku heta pêkanîna serkeftinê û azadiya fizîkî ya rêber Ocalan li ber xwe bidin.”

Di heman çarçoveyê de endama rêveber a Kongra Star a Şedadê Fatme Ehmed nameya ku ji bo rêber Abdullah Ocalan nivîsandine xwend.

(dm)

ANHA