QSD`ê civînek ji rûspiyên êlên herêma Firatê re li dar xist

Nivîsgeha Têkiliyan a QSD`ê ya herêma Minbic, Reqa û Tebqayê civînek ji şêx û rûspiyên êlên herêmê re li dar xist û geşedanên dawîn ên siyasî û leşkerî bi wan re parve kirin.

QSD`ê civînek ji rûspiyên êlên herêma Firatê re li dar xist
27 tebax, 2022   15:05
REQA

Fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), endamê Fermandariya Giştî ya QSD`ê Çiya Firat û rûspiyên êlên herêmê di civîna li avahiya Nivîsgeha Têkiliyan a QSD`ê ya li Reqayê de li dar ketiye, beşdar bûn.

Di civînê de endamê Fermandariya Giştî ya QSD`ê Çiya Firatê axivî û girîngî da hevgirtina gelê herêmê û sekna wan li rex QSD`ê li hember êrişên dagirkeriya Tirk.

Çiya Firat wiha domand: “Hêzên leşkerî ji aliyê rêxistinî, leşkerî, meydanî û dîplomatîk ve amade ne. Wê bersiva her destwerdanekê li ser herêmê bi hemû rêbazan û derfetên leşkerî yên heyî bide. Dê bê teredud gel û herêmê biparêze.”

Çiya Firat balkişand ser rêbazên kirêt ên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê dimeşîne da ku tevlihevî û fitnayê belav bike, çi bi rêya şerê taybet an jî ajan û sîxuran. Çiya Firat destnîşan kir ku ew ê hemû kesên bi dagirkeriyê re didin û distînin û pê re li dijî gel û axa herêmê kar dikin, bigirin. Her wiha girîngiya “Operasyona Sond” diyar kir ku di çarçoveya wê de, gelek ajan û sîxur hatin girtin.

Çiya Firat behsa pirsgirêkên li pêşiya gelê herêmê derdikevin bi taybet ên têkildarî xebatên bingehîn kir û got: “Ji aliyê me ve hewldan bi Rêveberiya Xweser re hene ku asta xebatên xizmetguzariyê yên bingehîn li herêmê bi pêş bixin.”

Çiya Firat îşaret bi lihevkirinên leşkerî yên bi hêzên hikumeta Şamê re kir ku di çarçoveya niyeta hevbeş a sekna li hember destwerdana dewleta Tirk de hatine îmzekirin.

Çiya Firat balkşand ser helwestên êlên herêmê di vê dawiyê de ku gefên dewleta Tirk a dagirker red kirin. Çiya Firat destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker li ser asta leşkerî, siyasî û heta îstixbaratî jî bibin ket û nekarî vîna hevbeş a gelê herêmê û hêzên wê yên leşkerî têk bibe. Çiya Firat bang li êlan kir ku hewldanên xwe zêde bikin û tev li xebatên pêşxistina herêmê ji hemû aliyan ve bibin.

Çiya Firat bang li saziyên leşkerî û ewlehiyê kir ku pirsgirêkên li herêmê derdikevin çareser bikin ku şêx û rûspiyan di civînan de behsê kirine.

Rûspiyan jî, teqezî bi piştgiriya QSD`ê li hember gefên dewleta Tirk a dagirker kir û pêwîstiya tevlêkirina êlan di girtina biryarên têkildarî parastina herêmê de destnîşan kir. Her wiha bang kirin ku rê li pêşiya wan bê vekirin da ku cihê xwe di eniyên pêşîn ên şer de bigirin.

Rûspiyan, diyar kir ku ji ber xemsariya endamên gelek saziyên xizmetguzariyê, ew pirsgirêkên bi bîr xistine, derdikevin. Rûspiyan bang li Fermandariya Giştî ya QSD`ê kir ku bi lez mudaxele bike û li gorî rêbazên rêxistinî hesabê ji van kesên xemsar bixwaze.

(dm)

ANHA