85 penaberên Kurd di deryaya Egeyê de asê mane

Keştiyek ku 85 penaberên Kurd tê de ne, qasî 12 saetane di deryaya Ege yê de asê maye. Li gorî dîmenê ku di keştiyê de hatî girtin penaberên di keştiyê de daxwaza alîkariya lezgîn dikin.

85 penaberên Kurd di deryaya Egeyê de asê mane
26 tebax, 2022   13:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî hatî ragihandin keştiyek ku 85 penaber tê de ne û piranî xelkê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ne di nava deryaya Egeyê de asê mane. Destûr nayê dayîn ku bikevin nava sînorê Yewnanistanê.

Di dîmenê ku di keştiyê de hatî kêşan de penaber daxwaza alîkariya lezgîn dikin. Ji ber ku wek ew bi xwe tînin ziman motora keştiya wan têkçûye û dibin metirsiya binavbûnê de ne.

Her wiha hat diyarkirin ku penaberên di keştiyê de duh bi şev xwestine bi qaçaxî derbasî sînorê Yewnanîstanê bibin.