Di roja duyemîn de Pêngava Mirovî û Ewlehiyê berdewam e

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di roja duyemîn de Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya ji bo lêgerîna li şaneyên DAIŞ´ê ku xwe li kampa Holê veşartine, li beşa yekemîn a penaberên iraqî didomînin.

Di roja duyemîn de Pêngava Mirovî û Ewlehiyê berdewam e
Di roja duyemîn de Pêngava Mirovî û Ewlehiyê berdewam e
Di roja duyemîn de Pêngava Mirovî û Ewlehiyê berdewam e
Di roja duyemîn de Pêngava Mirovî û Ewlehiyê berdewam e
Di roja duyemîn de Pêngava Mirovî û Ewlehiyê berdewam e
26 tebax, 2022   08:13
HESEKÊ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 25´ê Tebaxê de qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li kampa Holê ya Hesekê ragihand.

Çalakiyên lêgerînê di roja duyemîn a pêngavê de ji hêla Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve bi piştgiriya QSD, YPJ û YPG´ê li beşa yekemîn a penaberên iraqî dest pê kir. Her wiha çalakiyên lêgerîna şaneyên çeteyên DAIŞ´ê yên xwe di nava niştecihên li kampê de veşartine bi baldarî pêk tên.

Ev pêngav piştî kiryarên tundiyê li kampa Holê zêde bûn, her wiha hemwextî êrişên dewleta Tirk a dagirker û gefên wê yên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat. Şane û malbatên çeteyên DAIŞ´ê 43 êriş pêk anîbûn, di encamê de 44 niştecihên kampê kuştin, ji wan 14 jin û 2 zarok bûn. Ew kiryar bi debanceyên bêdeng û alavên tûj pêk hatin.

Êrişên leşkerî yên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bandor li çalakiyên QSD´ê yên li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ´ê kir.

Hêzên navneteweyî heta niha tu alîkariyên ji bo çareserkirina pirsgirêka li kampa Holê pêşkêş nekirin. Tevî wê jî Rêveberiya Xweser gelek bangên çareserkirina vê pirsgirêkê kir, lê tu cureyek ji destekdayînê û hevkariyê ji bo avakirina dadgeheke navneteweyî ya darizandina çeteyên DAIŞ´ê li xaka ku sûc kirine, nehatin pêşkêşkirin, heta dewletan welatiyên xwe jî venegerandin.

Kampa Holê bombeyeke li ber teqînê ye, piştî zêdekirina sûcên qetilkirinê di kampê de, gefan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî dixwe. Bi wê re şaneyên DAIŞ´ê yên li kampê bi cih bûne, gefên qetilkirinê li kesên fikrên wan pêk neynin, dixwin.

Di kampa Holê de, 54 hezar û 390 penaber û koçber hene, ji wan 27 hezar û 816 iraqî, 18 hezar û 483 sûrî û 8 hezar û 91 jî malbatên çeteyên DAIŞ´ê ne.

(fr)

ANHA