Lêkolînerekî amerîkî: Erdogan hewl dide bi hikumetên herêmê re têkiliyên xwe zindî bike

Lêkolînerê amerîkî Nicholas Heras diyar kir ku serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan hewl dide têkiliyên xwe yên bi hikumeta Şamê û hikumetên herêmê re zindî bike, ji ber ku li hundir bi zextên siyasî û aborî re rû bi rû ye.

Lêkolînerekî amerîkî: Erdogan hewl dide bi hikumetên herêmê re têkiliyên xwe zindî bike
26 tebax, 2022   08:09
NAVENDA NÛÇEYAN-GÎVARA ŞÊX NÛR

Hemwextî nêzîkbûna hilbijartinên serokatiyê yên Tirkiyê ku tê payîn Hezîrana 2023`yan li dar bikevin an jî pêşwext bin, serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan zehmetiyan dikişîne.

Rojnameya Die Welt a almanî ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên derve yên Ewropayê û qadên dîplomatîk ên Yekitiya Ewropayê, bi bîr xist ku serokkomarê Tirk ji bo lidarxistina hilbijartinên pêşwext xwe amade dike û tê payîn ku vê payîzê be yan jî di Mijdara bê be.

Çavkaniyên rojnameya almanî îşaret bi gavên beriya lidarxistina hilbijartinên pêşwext kir, di nav de jî tedbîrên Erdogan têkildarî siyaseta derve girtine, hene ku ew jî planên êrişkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.

Li gorî şîrovekaran hilbijartinên pêşwext dê ji berjewendiyên serokkomarê Tirk Erdogan be û pirsgirêka dijberan ew e di hilbijartinên serokkomariyê de tenê namzetek hebe. Bi rastî jî dibe ku dem bi dijberên wî re tune bin ku der barê hilbijartinan de hemleyeke aktîf wek bûyera 2018`an bi rêxistin bike.

Şîrovekar pêşbîn dikin ku ger Erdogan di hilbijartinan de bi ser nekeve dê têkiliyên di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de werin guhartin. Li aliyekî têkiliyên namzetên dijber wek Pûtîn bi Erdogan re ne demdirêj e û ya din jî Erdogan hewl dide bi dewletên Ereban re rêbazeke nû bide meşandin ku nekeve rikeberiyê da ku aboriya xwe biparêze û binketina projeya Îxwanî ya li Rojhilata Navîn dizane.

Erdogan bi teşwîqkirina Rûsya-Îranê behsa guhartinên mezin ên di qada siyaseta derve de kiribû ku ew ê bi hikumeta Şamê re jî peywendiyan çêke. Hemwextî vê yekê Enqere hewl dide têkiliyên xwe bi van her du dewletên xwedî petrol re çêke ku ji penaberên sûrî xelas bibe, her wiha bi hevkariya hikumeta Şamê, Moskov û Tehranê projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe. 

PÊŞVEÇÛNA HÊDÎ

Têkildarî mijarê lêkolînerê di Enstîtuya New Lines a Amerîkayê Nicholas Heras ji ajansê re wiha axivî: "Rûs di pêkanîna peymana lihevhatinê ya di navbera hikumeta Esad û Tirkiyê de gavên hêdî diavêjin. Moskov di wergirtina Lihevkirina Edeneyê de û guhartina vê peymanê ku li gorî rageşiya Sûriyê be jêhatî bû."

Hikumeta Şamê eşkere bang li Tirkiyê kir ku hêzên xwe ji herêmên niha li Sûriyê dagir kirine, vekişîne, lê ev bang hemwextî kiryarên cidî nehatin ku Tirkiye vekişe.

Têkildarî vê lêkolîner Heras anî ziman ku baweriya “hikumeta Esad” nayê ku Erdogan an jî hikumetên din ên Tirkiyê bi temamî ji xaka Sûriyê vekişin û wiha dewam kir: "Hikumeta Şamê ji planên Tirkiyê yên li hemberî Helebê bi fikar e û der barê lihevhatina Erdogan û Esad de dive zêdetir Moskov gavên dîplomatîk biavêje."

ZEXTEKE SIYASÎ Û ABORIYEKE HILWEŞAYÎ

Erdogan bi rêya lihevhatina bi hikumeta Şamê re hewl dide 3.7 milyon penaberên sûrî yên li Tirkiyê biqewitîne û sedema vê jî hilbijartin in û gelek Tirk ji ber rewşa aborî ji van penaberan aciz in.

Şîrovekar pêşbîn dikin ku hemwextî aloziya aborî ya Tirkiyê zehmetiya wê dikişîne, Erdogan hewl dide bi Esed, Misir, Siûdiyê û Îmratê re li hev bike ku aboriya welatê xwe xurt bike.

Lêkolîner Nicholas Heras anî ziman ku Erdogan niha girîngiyê dide kar û xebata Rûsyayê ji ber ku rastî zexteke siyasî hundirîn tê ku ji bo vegerandina penaberên sûrî rêbazekê peyda bike.

 (eh)

ANHA