Nûrî Mehmûd: Êrişên dewleta Tirk zindîkirina DAIŞ'ê ye

Berdevkê YPG´ê Nûrî Mehmûd diyar kir ku divê cîhan ji bîr neke ku DAIŞ bi êrişên dewleta Tirk re bêhtir bi hêvî bûye û destnîşan kir ku li dijî rêxistina DAIŞ'ê divê cîhan bi erka xwe rabe. Her wiha diyar kir ku armanca wan ji pêngava dawî, ewlehiya herêmê ye.

Nûrî Mehmûd: Êrişên dewleta Tirk zindîkirina DAIŞ'ê ye
26 tebax, 2022   08:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Pêngava “Mirovî û Ewlehiyê” ku di 28'ê Adara 2021’an de li dijî şaneyên DAIŞ'ê ên ku dixwestin xwe di nav Kampa Holê û li derveyî kampê xwe bi rêxistin bikin û careke din xwe nû bikin hatibû li darxistin. Hate ragihandin ku di wê demê de zêdetirî 300 serçete hatin girtin. Îsal careke din Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi alîkariya şervanên YPG-YPJ û QSD'ê di 25’ê Tebaxê de qonaxa duyemîn ya pêngavê da destpêkirin.

Berdevkê Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd armanca destpêkirina  qonaxa duyemîn a pêngava “Mirovî û Ewlehiyê” ji ANF’ re nirxand.

Nûrî Mehmûd di despêka axaftina xwe de da xuyakirin ku DAÎŞ dixwaze ji derfetan sûd werbigire û anî ziman ku ji ber êrîş û gefên dewleta Tirk ên di demên demên dawî de li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, çeteyên DAÎŞ'ê bi hêvî bû. Nûrî Mehmûd got, “Di bûyerên dawî de yên ku di zîndana Xiwêranê ya li Bajara Hesekê jî hate diyarkirin ku çeteyên DAIŞ'ê çalakî û planên xwe ên teror pêk anîn. Her wiha di dema dawî de plan kiribûn bi êrîşên ser zîndana Sîna ''Xiwêran'' careke din bûyera li Kampa Holê dubare bikin. Hin planên wan vala derketin û pêwîstî hate dîtin ku qonaxa duyemîn ya pêngava mirovî û ewlehiyê were berdewamkirin. Ji ber ku çeteyên DAIŞ'ê hêviyên xwe ji gefên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê digire û hewl dide ku xwe careke din di hundirê Kampê de bi rêxistin bike."

'HÊZÊN NAVNETEWEYÎ Û CIVAKA NAVDEWLETÎ XWEDÎ LI ERKÊN XWE DERNAKEVIN'

Nûrî Mehmûd bal kişand ser rêxistiniya çeteyên DAIŞ'ê li nava kampa Holê û wiha dewam kir, "Di pêngavê de wê lêpirsînin werin kirin û bi belgeyên ku werin komkirin wê şêwazê rêxistinkirina çeteyên DAIŞ'ê eşkere bibe. Lê di hundirê kampê de gelek şêwazên ku bi rêya wan xwe bi rêxstin dikin diyarin, weke qetilkirin û hin kiryarên din ên ku di hundir Kampa Holê de pêk tînin. Ev yek jî ji ber êrîş û gefên dewleta Tirk dihêle ku hêzên me zêdetir bi parastina sînor re mijûl bibe, li kêleka vê hêzên navneteweyî û civaka navdewletî xwedî li erkên xwe yên ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dernakevin. Ji ber vê yekê ev hemû ji DAIŞ'ê de dibe derfet ku careke din xwe li hundirê kampê û derveyî kampê bi rêxistin bike. Ev mijar bi temamî li ser pişta Rêveberiya Xweser, YPG, YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve maye."

'ÇETEYÊN DAIŞ'Ê XWE LI SER HÊVIYÊN GEFÊN DEWLETA TIRK BI RÊXISTIN DIKIN'

Mehmûd anî ziman ku ev çalakiyên ku çeteyan dikirin DAIŞ'ê radikir ser xwe û got: "Pêngavên bi vê şêwazê wê dewam bikin da ku ewlehiya gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk were. Her wiha ev pêngav nayê wateya ku wê çeteyên DAIŞ'ê tune bibin, ji ber ev pêngav tenê li ser Kampa Holê ye. Divê cîhan bizanibe ku çeteyên DAIŞ'ê xwe li ser hêviyên gefên dewleta Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di hundirê kampê de bi rêxistin dike û planên çeteyên DAIŞ'ê û MÎT bi hevre li gelek deverên derveyî kampê hene. Ev pêngav yek ji pêngavên ku bi rêya wan têkoşîn dikin ji bo wê têkoşîna di vê aliyê de wê her dewam be. Ji ber vê ev mijar li ser pişta gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye hiştin. Ji ber civaka navdewletî li gorî zagonên navneteweyî tevnagere, di encama wê de jî çeteyên DAÎŞ'ê dev ji kiryarên xwe û dagirkeriya xwe bernadin."

'PÊNGAV BI TAYBETÎ JI BO KAMPA HOLÊ YE'

Nûrî Mehmûd da xuyakirin ku ev pêngava hatiye destpêkirin bi taybetî ji bo Kampa Holê ye û wiha bi lêv kir: "Ev pêngav li gorî derfetên di destê Rêveberiya Xweser de wê werin kirin. Ji ber hêzên weke Tirkiyeyê alîkariya çeteyên DAIŞ'ê dikin, her wiha alîkarî ji cebheyên herêmên dagirkirî û herêmên dîtir weke Idlib û herêmên di navber Dêr El Zor û Siwêdaa û ji Sînorê Iraqê werdigire, ji bo vê çeteyên DAIŞ'ê bi vê pêngavê tune nabe. Heta ku çavkaniyên wan xilas nebin û civaka navneteweyî bi erka xwe ranebe, Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi derfetên ku di destê rêveberiya xweser de encex wê bikaribin ewqas bikin ji ber ku çeteyên DAIŞ'ê teroreke cîhanî ye û dewleteke weke dewleta Tirk ku endamê NATO û ber endamê Ewrûpayê ye alîkarî dide çeteyên DAIŞ'ê."

'KOALÎSYONA NAVNETEWEYÎ JÎ TEVLÎ PÊNGAVA BÛYE'

Berdevkê Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku di pêngavê de Koalîsyona Navnetewî cih digre. Her wiha anî ziman ku divê cîhan erka ku dikeve ser milê wan pêk bîne, bi rêya pêkanîna zagonên navneteweyî ji çeteyan re were tevgerandin. Mehmûd bi lêv kir ku ji ber ev gel şoreşa xwe dike, heta ku şoreşa xwe bi ser bixe divê kedek bide û divê cîhan jî vê rastiyê bibîne û bi erka xwe rabe."