​​​​​​​Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê da

Malbat û wasiyê rêber Abdullah Ocalan ji bo ku biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê da.

​​​​​​​Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê da
26 tebax, 2022   10:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo dîtina rêber Abdullah Ocalan birayê wî Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya Tirkiyê da.

Bi heman daxwaza hevdîtinê birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî serlêdan kirin.

Malbatan her wiha serî li Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê jî da û xwestin biçin Îmraliyê û hevdîtinê bi xizmên xwe re bikin.

17 meh e agahî ji rêber Abdullah Ocalan nayê wergirtin.