​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-8-2022`YAN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-8-2022`YAN
24 tebax, 2022   23:00

Çalakiya konvedanê ya HPC`ê bi koordîneya Kongra Star li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY ya li Qamişlo li dar xistiye, didome.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Çilaxa ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û hedefgirtina sivîl û zarokan ji qada Şehîd Masûm dimeşin saet di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Girkê Legê li dijî êrişan, dadikevin kolanan û ji qada şehîd Xebat dest bi meşê dikin saet di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Saziya Ragihandinê ya Nûdem ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyeke protestoyî bi dirûşma “Heke ne ew bûya, dê tu bûya, heke ne tu bûya, dê ez bûma” li pêşiya navenda Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY`yê li Qamişlo li dar dixe saet di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê bi dirûşma Bi hev re demokratiya jinan di Sûriyê de bisepînin, komxebata yekemîn li Reqayê li dar dixe.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamê Desteya Rêveber a KNK`ê Ekrem Hiso diyar kir ku daxwaza dewleta Tirk a dagiker ji lihevhatina bi hikumeta Şamê re tê wateya binkeftina siyasetên AKP`ê Ii ser astên herêmî û cîhanî û derketina li dijî biryara 2254 a Konseya Ewlehiyê ya NY`yê. Hiso da zanîn ku Rêveberiya Xweser bingeheke esasî ya çareseriyê ye.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Bedran Çiya Kurd bal kişand ser hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên lihevhatina bi hikumeta Şamê re û got "Ev lihevhatin ne dûr e û bi alîkarî û desteka Rûsya û Îranê tê kirin." Her wiha destnîşan kir ku vegera têkiliyên her du aliyan dê li ser hesabê tevahî sûriyan be.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Piştî ragihandina rewşa awarte li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şêniyên navçeya Zirganê ya nêzî herêmên ku di sala 2019’an de ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, tev li dewreyên perwerdeya çekan û destwerdana lezgîn dibin û xwe li hember êrişên dagirkeriya Tirk amade dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevserokên Malbenda Helebê ya Rewşenbîrî diyar kir ku çareserkirina aloziya Sûriyê girêdayî azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan e û got binpêkirinên di girtîgeha Îmraliyê de, li dijî qanûnên navneteweyî û hiqûqê ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Saziya Avê ya hikumeta Şamê rêjeya ava vexwarinê ji ser navçeya Til Rifetê kêm kir û li kêleka dorpêçê avê wek çekekî li dijî koçberên Efrînê û şêniyên herêmê, bi kar tîne. Şêniyên navçeyê destnîşan kirin ku ew ê li hember siyaseta “bi armanca valakirina herêmê” bisekinin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamên jin ên Partiya Sûriya Pêşerojê û Partiya Nûjen û Demokratîk  a Sûriyê diyar kir ku êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî navenda fêrkirina keçan sûcek li dijî zarokan e û hemû qanûnên navneteweyî bin pê dike. Her wiha anîn ziman ku divê hesab ji dewleta Tirk were xwestin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê destnîşan kirin ku wan bi pêşengiya fermandar Rênas Roj hewldanên avakirina baregehan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li eniya şer têk birin û bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin ku piştgiriya wan bikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

RAPOR

Xiyanet têgeheke ku di wateya xwe de rastiya bêrûmetiyê eşkere dike û asta herî jor a têkçûyîna exlaqî û bê namûsiyê derdixe holê. Kesên bi yekê tên wesifkirin, kesên di nava malbat û hevrêyên xwe jirêderketî, dûrketî ne. Ji kevin de cezayê kesê îxanetê li welatê xwe dike û di şerîetên olî û yên kevn û nûjen de ne bi çavekî rêzgirtin û qîmetdayîn, lê bi çavekî bêexlaqî, xirabî û bêqîmetiyê li wan tê nêrîn.

ANALÎZ

Piştî hevdîtîna ku di 5’ê Tebaxê di navbera Recep Tayyîp Erdogan û Vladîmîr Pûtîn de pêk hat, têkîliyên Sûriye û Tirkiye careke din di rojevê de cîh girt.