`Bi pêşengiya Rênas Roj me hewldanên dagirkeriya Tirk ên avakirina baregehan têk birin`

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê destnîşan kirin ku wan bi pêşengiya fermandar Rênas Roj hewldanên avakirina baregehan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li eniya şer têk birin û bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin ku piştgiriya wan bikin.

`Bi pêşengiya Rênas Roj me hewldanên dagirkeriya Tirk ên avakirina baregehan têk birin`
25 tebax, 2022   06:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi zêdekirina êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê îradeya gelê azadîxwaz têk bibe, her wiha bi hedefgirtina pêşengên Şoreşa 19’ê Tîrmehê yên ku roleke mezin di pêkanîna armancên şoreşê de lîstin, hewl dide gel mîna berê vegerîne.

Şervanê bi navê Mihî Rênas ê ku navê fermandar Rênas Roj li xwe kiriye, ji ajansa me re wiha axivî: “Min şehîd Rênas Roj di 2015’an de nas kir lê nasbûna me wê demê ne kûr bû. Piştî ku ez di 2019’an de ji bo kar çûma Til Temirê, me hevdu ji nêz ve nas kir.”

Mihî Rênas wiha domand: “Di dema mayîna xwe li gel fermandar Rênas de, min ew baş nas kir. Gelek taybetmendiyên wî hebûn, yek jê ku hertim bi şervanan re dima. Baweriya wî bi wan hebû. Herkes jê hez dikir û wek birayekî ji xwe re didîtin. Di hemû qadan de alîkariya wan dikir. Heta şêniyên herêmê jê hez kir. Nexasim ku li ser wan digeriya û xwe nêzî wan dikir.”

Mihî Rênas diyar kir ku şehîd Rênas Roj hertim bi xwe tûrikek şekir dikir erebeya xwe, gava rastî zarokan dihat, erebe radiwestandin û şekir li wan belav dikir, ji ber wê jî herkes şehîd Rênas Roj nas dike, çi biçûk çi mezin.”

TÊKBIRINA HEWLDANÊN AVAKIRINA BAREGEHÊN DAGIRKERIYA TIRK LI ENIYA ŞER

Mihî Rênas destnîşan kir ku Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bi pêşengiya fermajdar Rênas Roj hewldanên dagirkeriya Tirk ên avakirina baregehên xwe li eniyên şer têk birin û got: “Dewleta Tirk a dagirker ji wî ditirsî û hezar hesab jê re dikir ji ber ku wî nedihişt dagirkeriya Tirk bi rihetî li eniyên şer tev bigere.”

Mihî Rênas wiha anî ziman: “Fermandar Rênas Roj zîrek û xwedî tecrube û ezmûn bû bû. Ji ber wê dewleta Tirk li wî geriya, kî ye û ji ku ye? Gelek caran li dijî wî bûyerên kuştinê pêk dihatin. Yek jê bi rêya mayînkirina erebeyên me. Min bi xwe ew keşf kir.”

Di 19’ê Tebaxa 2021’an de fermandar Rênas Roj di encama êrişeke balafira bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk de li ser rêya Hesekê-Qamişlo şehîd bû. Di heman rojê de jî dagirkeriya Tirk navenda Meclisa Leşkerî ya Til Temirê hedef girt û di encamê de endama Meclisa Leşkerî ya YPJ’ê û Meclisa Leşkerî ya QSD’ê Sosin Bîrhat û hevalên wê Egîd Girkê Legê, Rûbar Hesekê û Seyfullah Ehmed şehîd bûn.

Mihî Rênas der barê wê de got: “Dema ku me xebera şehîdxistina fermandarên me Sosin Bîrhat û Rênas Roj bihîst em pir xemgîn bûn. Ji ber ku ew herdu li ber dilê şêniyên herêmê û şervanan buha bûn. Em soz didin şehîd Rêbas, Sosin, Egîd û hemû şehîdan ku li ser şopa wan bin.”

Di dawiya axaftina xwe de Mihî Rênas ji ajansa me re got: “Divê gelê me jî li hember van siyasetan  bêdeng nemîne û li kêleka hêzên xwe bisekine û destkeftiyên şehîdan biparêze.”

Girêdayî heman mijarê şervanê Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Dirbas Ehmed ê ku di encama êrişa dagirkeriya Tirk a li dijî navenda Têkiliyên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê de birîndat bûye, diyar kir ku ew berê di Meclisa Leşkerî ya Serêkaniyê de şervan bû lê berî ku Serêkaniyê û Girê Spî di 2019’an de werin dagirkirin, ew tev li eniya Til Temirê bû û li wir fermandar Sosin, Egîd û Rênas Roj nas kirin û got: “Tevgerên wan ên li dijî dagirkeriyê pîroz bûn, ew têkoşerên rastîn bûn ji gelê xwe re.”

'FERMANDAR Û MALBATÊN ŞERVANAN’

Dirbas Ehmed behsa dateyên bûyera şehîdxistina fermandaran Roj, Sosin, û Egîd kir û got: “Şehîd Rênas berê xwe dabû Qamişlo û fermandar Sosin Bîrhat û hevalên wê Egîd, Seyfullah û Rûbar li navenda meclisê bûn, her wiha sîxurê bi navê Yûsif, ne li ber çavan bû wê demê. Saet nêzî 17:45 bû.”

Dirbas Ehmed wiha berdewam kir: “Ez ji bo kar derketim û ji nişkê ve pê hesiyam ku bedena min bi giştî dişewite û destê min şikestiye. Bi xuşînê min xwe gihand darên li qada navendê. Min bi dengek bilind gazî hevalan kir. Lê bersiv tune bû. Piştî çend deqeyan sîxur Yusif li ser serê min sekinî û got; tu baş î? Min jê re got, biçe navendê hevalên Sosin, Egîd, Seyfullah û Robar derxe.”

Dirbas Ehmed wiha lê zêde kir: “Min hêvî kir ku di wê kêliyê de şehîd bim. Lê nebû nesîb. Fermandaran; Rênas Roj, Sosin Bîrhat û hevalên wan, ne tenê fermandarên me bûn, lê belê malbata me bûn.”

Tê zanîn ku di 31’ê Tîrmehê de QSD’ê bi daxuyaniyekê destpêkirina Pêngava Sond a li dijî sîxur û ajanan ragihand ku bi hevkariya dagirkeriya Tirk bûn sedema şehîdxistina fermandarên hêzên leşkerî û welatparêzan.

 (mh)

ANHA