Hikumeta Şamê avê wek çekekê li dijî koçberên Efrînê û şêniyên Til Rifetê bi kar tîne

Saziya Avê ya hikumeta Şamê rêjeya ava vexwarinê ji ser navçeya Til Rifetê kêm kir û li kêleka dorpêçê avê jî wek çekekê li dijî koçberên Efrînê û şêniyên herêmê, bi kar tîne. Şêniyên navçeyê destnîşan kirin ku ew ê li hember siyaseta “valakirina herêmê” bisekinin.

Hikumeta Şamê avê wek çekekê li dijî koçberên Efrînê û şêniyên Til Rifetê bi kar tîne
25 tebax, 2022   06:05
ŞEHBA – CÛDÎ SÎPAN

Ji destpêka meha Tebaxê ve ava vexwarinê li navçeya Til Rifetê ya ku bêhtirî 22 hezar kes ji şêniyên Efrînê û niştecihên resen dihewîne, kêm bûye. Her wiha bi zêdebûna êriş û gefên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmê re, hikumeta Şamê para navçeyê û gundên girêdayî wê ji avê kêm kir.

Di 11’ê Tîrmeha 2021’an de rêxistina UNICEF`ê jî ava ku ji herêmê re peyda dike, kêm kir û ji 2 hezar û 400 metrekab kir hezar metrekab, ruxmî ku navçe tijî şênî û koçber e.

Ev yek di demekê de pêk tê ku behsa nêzîkbûna hikumeta Şamê û Tirkiyê tê kirin, bi taybet piştî civîna sêalî ya di navbera Îran, Tirkiyê û Rûsyayê de di 19`ê Tîrmehê de li Tehranê û civîna Soçiyê ya di navbera Pûtîn û Erdogan de di 5`ê Tebaxê de li dar ketiye, dorpêç girantir bû..

Şaredariya Gel a Til Rifetê ya Desteya Şaredariyan a Herêma Efrînê, bi derfetên xwe yên kêm her bermîleke ava vexwarinê bi 50 lîreyên sûrî ji şêniyan re peyda dike, li hember kêmkirina rêjeya avê ji aliyê hikumeta Şamê ve hêrsa şêniyan rabû.

Der barê vê yekê de, endamê rêveber ê Komîteya Avê ya Şaredariya Gel a navçeya Til Rifetê û welatiyên navçeyê ji ajansa me re axivîn.

Welatiyê bi navê Zeîm Ziyad Qedûr diyar kir ku siyasetên dorpêçê yên hikumeta Şamê bi armanca valakirina kantona Şehbayê ne û got: “Ji bêhtirî 4 salan ve navçe rojane tê topbarankirin ku vê dawiyê jî topek li kêleka mala min ket. Lê em ê li vir bimînin û li ber xwe bidin. Niha jî hikUmeta Şamê kantona Şehbayê dorpêç dike û rê li ber sahrîcên mazotê digire, ev siyaseteke navneteweyî ye ji bo valakirina herêmê ye. Ji ber dorpêçê rêjeya ava vexwarinê ji ser malan kêm bû.”

Welatiyê bi navê Xelîl Elî bang li şaredariyên gel ên kantona Şehbayê kir ku çareseriyekê ji pirsgirêka kêmbûna avê re bibînin, nexasim ku di havînê de.

Her wiha, endamê rêveber ê Komîteya Avê ya Şaredariya Gel a Til Rifetê Şêrwan Oso wiha axivî: “Saziya Avê para navçeyê ji ava vexwarinê kêm kir, ew jî ji ber dorpêça li ser herêmê ye. Em her bermîlek av bi 50 lîreyên Sûriyê li şêniyan belav dikin. Mazota ku em pê avê belav dikin, em bi 5 hezar lîreyên Sûriyê dikirin. Lê bi 250 lîreyên Sûriyê em difroşin xwediyên sahrîcan.”

Şêrwan Oso diyar kir ku pirsgirêka avê li navçeyê ji bêhtirî salekê ve dibome nexasim piştî ku rêxistina UNICEF av li ser herêmê qut kir.

Têkildarî bandora dorpêçê li ser şêniyan Oso wiha domand: “Şirketê, ji ber tunebûna mazotê ya di encama dorpêçê de pêk hatiye, saetên dayîna avê ji 4 saetan heta saetekê kêm kiriye. Şîrket, mehane derdora 60 hezar lître mazot bi dest dixist Lê niha ev par bûye 9 hezar. Heftê du rojan tenê avê dide bajêr. Ruxmî ku di malên Til Rifetê de bîr û jenerator hene, lê dîsa jî ji ber bihabûna sotemeniyê, şênî avê dixwazin. Ruxmî ku pêwîstiya bajêr rojane bi 150 sahrîcên avê heye da ku pêdiviyên wan dabîn bibin. Mînak li gundê Şêx Îs, sahrîca avê bi 30 hezar lîre tê frotin. Em wê bi 4 hezar lîreyan didin.”

Di dawiyê de endamê rêveber ê Komîteya Avê ya Saredariya Gel a navçeya Til Rifetê Şêrwan Oso got: “Li hember van siyasetên ku armanca wê derxistina şêniyan ji herêmê ye, em bi axa xwe ve girêdayî ne. Em ê li ber xwe bidin, têkoşînê mezin bikin ta ku Efrîn rizgar dibe.”

Hêzên hikumeta Şamê yên li ser rêya Minbic û kantona Şehbayê de ji destpêka Tebaxê ve, nahêlin sahrîcên mazotê derbasî herêmê bibin, di encamê de nirxê lîtreyê mazotê gihaşt 5 hezar lîreyan.

Li gorî Komîteya Sotemeniyê, pêwîstiya kantona Şehba her 15 rojan bi 60 sahrîcan heye. Lê hikumeta Şamê her du mehan destûrê dide 20 sahrîcan ku bikevin kantonê. Heke vê yekê jî bike, baçên gelek giran li ketina wan dibire. Vê dawiyê, qet nehişt sahrîc derbas bibin. Hemwextî wê, siyasetên dorpêçê li ser kantonê dimeşîne û dewleta Tirk a dagirker êrişî herêmê dike.

(mh-dm)

ANHA