Meclisa Malbatên Şehîdan êrişa Til Rifetê şermezar kir: Em ê bêdeng nemînin

Meclisa Malbata Şehîdan a Efrîn û Şehbayê êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Til Rifet şermezar kir. Her wiha bêdengiya dewletên garantor şermezar kir û tekez kir ku li hember êrişan dê malbatên şehîdan bêdeng nemînin.

Meclisa Malbatên Şehîdan êrişa Til Rifetê şermezar kir: Em ê bêdeng nemînin
24 tebax, 2022   10:42
ŞEHBA

Bi tevlêbûna bi sedan endamên Meclisa Malbata Şehîdan û şêniyên herêma Efrînê û Şehbayê li Kampa Serdem daxuyaniyek têkildarî êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser navçeya Til Rifetê şermezar kir.

Daxuyanî ji hêla endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fewzî Mistefa ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Îro careke din dewleta Tirk a dagirker bi demên nîvro de ku roja bazarê bû, bi balafirên xwekuj navçeya Til Rifet a kantona Şehbayê û gelê sivîl kir hedef. Di encamê de 2 şehîd û 9 birîndarên me çêbûn.

Banga me ji hêzên navneteweyî re; ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk bi balafiran gelê sivîl dike hedef, di sala 2020’an de dewleta Tirk komkujiya li Til Rifetê pêk anî, ne tenê Til Rifet, Aqîb, Kiladiyê û hemû deverên Şehbayê komkujiyan dike. Dewleta Tirk nikare vîna gel bişikîne û her roj komkujiyan li ser zarok û gelê me pêk tîne.

Îro jî dewleta Tirk bi balafirên bêmirov sûka Til Rifetê kir hedefa xwe û em jî bêdengiya dewletên Rûsya û Amerîkayê a ku garantor in, şermezar dikin.

Malbatên şehîdan tu carî bêdeng namînin.”

ANHA