Bîlançoya êrişa dagirkeriya Tirk li Til Rifetê giran dibe: 3 şehîd

Bîlançoya şehîdên êrişa balafira xwekuj a dagirkeriya Tirk li navenda navçeya Til Rifetê pêk aniye rabû 3 şehîdan.

Bîlançoya êrişa dagirkeriya Tirk li Til Rifetê giran dibe: 3 şehîd
24 tebax, 2022   10:08
ŞEHBA

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku welatiya bi navê Fatima Osman Mamo (21) li Nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê şehîd bûye.

Îro balafireke xwekuj a dewleta Tirk a dagirker navenda navçeya Til Rifet ya kantona Şehbayê bombebaran kir. Di encamê de şehîd û birîndar çêbûn.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me bi dest xistine, welatiyê bi navê Reşîd Elîko (28) şehîd bûye, nasnameya şehîdê din jî hîna nayê zanîn.

Navên birîndaran jî wiha ne:

*Hisên Murad Qerokî (13)

*Menan Reşîd Hisên (57)

*Egîd Fexrî Şêxo (32)

*Semîr Ebdulqadir Reşo (31)

*Zûhêr Ebdurehman Mihemed (36)