​​​​​​​Fîlmê ‘Gava Şitil Mezin Dibin’ sibê li Kobanê tê pêşandan

Fîlmê bi navê ‘Gava Şitil Mezin Dibin’ ku ji aliyê Komîna Fîlman a Rojava ye hatiye çêkirin, dê sibê li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê were pêşandan.

​​​​​​​Fîlmê ‘Gava Şitil Mezin Dibin’ sibê li Kobanê tê pêşandan
24 tebax, 2022   11:25
KOBANÊ

Komîna Fîlman a Rojava li ser malpera xwe ya Facebookê ragihand ku ew ê sibe saet di 17:00’an de fîlmê bi navê ‘Gava Şitil Mezin Dibin’ li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê were pêşandan

Derhêneriya fîlmî Rêger Azad Kaya kiriye û li Kobanê hatiye kişandin.  

Tê payîn ku fîlmên Berfîn ku Ozlem Yaşar dereheneriya we kiriye, Balckberry Season(Dema Dirireşkan) ku ji Haşim Aydemir derhêneriya wî kiriye û ‘Berû’ ku Savînaz Evdikê derhêriya wê kiriye û gelek fîlmên din ji aliyê Komîna Fîlman a Rojava ve ji 25`ê Tebaxê heta 15`ê Îlonê li Navenda Baqî Xido û dûre li Qamişlo, Dêrik û Hesekê werin pêşandan.

(eh)

ANHA