​​​​​​​Rewşenbîr: Lihevkirina Edene ji bo gelê Sûriyê heqaret e

Rewşenbîrên li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê diyar kirin ku lihevkirina Edene ya Nûjenkirî ji bo gelê Sûriyê heqaret e û dagirkirina axa Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve rewa dike.

​​​​​​​Rewşenbîr: Lihevkirina Edene ji bo gelê Sûriyê heqaret e
24 tebax, 2022   06:49
HELEB-ARIF SILÊMAN

Di çarçoveya hewldanên domdar de ku dagirkirina axa Sûriyê rewa bike, dewleta Tirk a dagirker her hewl dide mijara “lihevkirina Edene” di bin navên cuda de mîna “lihevkirina Edene ya Nûjenkirî” bixe rojevê. Aliyên siyasî û civakî dibêjin, ev lihevkirin deriyekî din li pêşiya dagirkirina herêmên din ên Sûriyê vedike.

LIHEVKIRINA EDENE NE REWA YE

Der barê mijarê de endamê Malbenda Çandê ya Heleb nivîskar Welîd Bekir got, “Lihevkirina Edene sala 1998`an de di navbera dewleta Tirk û hikumeta Şamê de pêk hat. Ev lihevkirin ji bo gelê Sûriyê heqaret e ji ber ku di encama fişarên Tirkiyê û piştgiriya NATO`ê de pêk hat.”

Bekir ev li gotinên xwe zêde kir: “Ev lihevkirin ne rewa ye, ji ber ku Sûriye di wê demê de neçar bû ku vê lihevkirinê îmze bike, piştî ku dewleta Tirk hêzên xwe li ser sînorên Sûriyê kom kirin û gefa destpêkirina şer li dijî Sûriyê xwar.”

LI SER HEDEFGIRTINA KURDAN Û SEROK OCALAN LI HEV KIRIN

Welîd Bekir nirxandina xwe wiha domand: “Komploya navneteweyî li dijî rêber Ocalan di wê demê de dest pê kir. Di encamê de bi komployeke navneteweyî û bi hevkariya hêzên navneteweyî dîl hate girtin. Yanî ev lihevkirin ,ku yek ji şertên wê; Tirkiye bi hiceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî dikare heta 5 kîlometreyan derbasî nav axa Sûriyê bibe, di rastiyê de serok Ocalan dikir hedef.”

Welîd îşaret bi armanca dewleta Tirk ji “lihevkirina Edene ya Nûjenkirî” kir û got: “Li gorî vê lihevkirinê, Tirkiye dikare heta 30 kîlometreyan bikeve nav axa Sûriyê û herêmên din dagir bike. Ew îdia dike ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û heta bakurê Iraqê di nav Mîsaî Millî de ne.”

LIHEVKIRINA EDENE YA NÛJENKIRÎ DAGIRKERIYÊ REWA DIKE

Endamê malbendê, helbestvan Mihemed Elî jî bal kişand ser nedestûrbûna lihevkirinê û got: “Em dikarin bêjin ku ev lihevkirin tenê bi beşdariya aliyên ewlehiyê pêk hat. Armanc jê tunekirina gelê Kurd, Tevgera Rizgariya Kurdistanê û derxistina rêber Ocalan ji Sûriyê bû. Her wiha girtina hemû kurdên e ku piştgiriya tevgerê dikin û wan radestî dewleta Tirk bikin.”

Elî wiha pê de çû: “Aliyên lihevkirin pêk anîne ne qanûnî, ne jî destûrî bûn. Lê belê daîreyên ewlehiyê ew lihevkirin bi beşdarbûna saziyên istixbarata her du aliyan, pêk anî. Yanî tu çareçoveyeke qanûnî ya vê lihevkirinê tune ye û ne rewa ye.”

Elî di dewama nirxandina xwe de got: “Li gorî lihevkirina Edene ya Nûjenkiriî, Rûsya destûrê dide Tirkiyê ku bikeve nav axa Sûriyê bi kûrahiya 30 kîlometreyan. Rûsya bi vê yekê xwest Tirkiyê ji NATO`yê dûr bixe.”

Mihemed Elî di dawiyê de got: “Hemû bend û protokolên vê lihevkirinê li dijî hebûna kurdan û serok Ocalan in.”

(dm)

ANHA