​​​​​​​Hikumeta Şamê dorpêça li ser Şêxmeqsûdê giran dike

Hikumeta Şamê dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê ji destpêka vê mehê ve giran kiriye û nahêle sotemenî, madeyên bingehîn û derman derbasî her du taxan bibin. Ev yek di demekê de pêk tê ku behsa nêzîkbûna di navbera dagirkeriya Tirk û hikumeta Şamê de tê kirin.

​​​​​​​Hikumeta Şamê dorpêça li ser Şêxmeqsûdê giran dike
23 tebax, 2022   12:00
HELEB

Zêdetirî 216 hezar welatiyên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê azarên bandorên dorpêça li ser her du taxan dikişînin. Ew azar bi dagirkirina kantona Efrînê ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve û koçberkirina bi darê zorê, zêdetir bûn.

Ev dorpêç ne nû ye, di 20´ê Tebaxa 2020´an de anku ji beriya zêdetirî 2 salan ve dest pê kiriye.

Li gorî endamên rêveber ên Meclisa Giştî ya her du taxan, ji ber nebûna sotemeniyê ku ji bo xebitandina jenetoran pêwîst e, ji 48 saetan ve kehrebe li ser her du taxan hatiye qutkirin, li kêleka wê jî ard û derman hatine qutkirin.

Ev yek bû sedema rawestandina gelek kargehên ku jêdera qûta bingehîn a welatiyên her du taxan in.

Endamên rêveber da zanîn ku eger girtina rêyan ji aliyê hikumeta Şamê ve bidome, depoya yedek ji bo berdewamkirina xebatên nexweşxaneya yekane ya li taxê û firinan dê di hefteyekê de bi dawî bibe. Bi wê re dê krîzeke mirovî ya gefê li jiyana şêniyan dixwe, rû bide.

Hikumeta Şamê bi rêya endamên Firqeya 4´an dorpêçê ferz dike û nahêle madeyên bingehîn derbasî her du taxan bibe.

(fr)

ANHA