Nivîsgeha Jinan a PYD´ê êrişa li ser navenda perwerdeyê ya di bin çavdêriya NY`yê de şermezar kir

Jinên kantona Hesekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê bi taybet li dijî navenda perwerdê ya di bin çavdêriya NY´yê ya li gundê Şemoka şermezar kir û got ew êriş dikeve çarçoveya tolhildana ji têkçûyîna DAIŞ´ê û jinûve zindîkirina wê.

 Nivîsgeha Jinan a PYD´ê êrişa li ser navenda perwerdeyê ya di bin çavdêriya NY`yê de şermezar kir
23 tebax, 2022   11:30
HESEKÊ

Nivîsgeha Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Hesekê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin, her wiha bêdengiya civata navnetweeyî, Koalîsyona Navneteweyî û Rûsya li ser êrişan rexne kir.

Endama rêveber a Nivîsgeha Jinan Ezîze Hiso daxuyanî li navenda PYD´ê xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka tevgera şoreşgerî li herêmê ve û heta niha hemleya qirkirinê ya li dijî gelê Kurd û gelên herêmê bi giştî berdewam dike.

Di van demên dawîn de êrişên xwe yên bi balafirên bêmirov ên biçek li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin ku di encamê de gelek welatî, zarok û fermandarên şerê rêxistina DAIŞ´ê li kêleka Koalîsyona Navneteweyî kir, şehîd bûn.

Beriya çend rojan dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Hesekê-Til Temirê li nêzî baregeheke Koalîsyona Navneteweyî navendeke perwerdê ya taybet bi zarokên keçîn a di bin kontrola NY´yê de bi balafireke bêmirov kir armanc. Di encamê de 4 zarokên keç şehîd bûn û gelek birîndar bûn. Ev êriş lûtkeya terorê ye.

Ev êriş dikevin çarçoveya tolhildana ji têkçûyîna DAIŞ´ê li herêmê û gaveke ji bo jinûve zindîkirina wê ye da ku ajandeyên dewleta Tirk li herêmê û cîhanê pêk bînin.

Em êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bêdengiya civata navneteweyî, NY´yê, Rûsya ku garantorê agirbestê ye û Koalîsyona Navneteweyî ya ku şirîkê QSD´ê di têkbirina terorê li herêmê de ye, şermezar dikin.

Em bang li civata navneteweyî û NY´yê dikin ku bi erkên xwe yên exlaqî rabin, êrişên hovane yên li ser herêmê û gelê wê bi dawî bikin."

(fr)

ANHA