Şêxên eşîrên Reqayê û saziyên wê banga girtina qada hewayî ya herêmê kir

Şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê û saziyên sivîl ên rojhilatê Reqayê bi daxuyaniyekê bang kir ku li ser sûcên li dijî welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hesab ji dewleta Tirk a dagirker were xwestin. Her wiha banga girtina qada hewayî ya herêmê kir.

Şêxên eşîrên Reqayê û saziyên wê banga girtina qada hewayî ya herêmê kir
23 tebax, 2022   12:42
REQA

Bi dehan şêxên eşîrên Reqayê û endamên Meclisa Rûspiyan li pêş avahiyê meclisê kom bûn û daxuyaniyek dan. Şêxê eşîra El Elî, Remedan Rehal daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: "Em şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê, gundewarên wê û nûnerên Meclisa Rûpsiyan bang li civaka navnetweyî û hemû rêxistinên mirovî dikin ku dawiyê li hovitiyê dewleta Tirk bînin. Ji ber ku dewleta Tirk bi balafirên xwe yên bêmirov û bi çekên giran herêm û gelê me dike armanc."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku divê dewleta Tirk a dagirker destwerdanê li xaka û herêmê neke, ku bi hincetên derew mîna "ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê" hewl dide fitneyê di navbera gelê Sûriyê de derxîne.

Her wiha bang li NY´yê hate kirin ku qada hewayî ya herêmê bigirin, da ku welatiyan li hember vê dewleta ku bazariyê bi xwîna gelê Sûriyê dike biparêzin.

Di daxuyaniya rûspiyan de hate eşkerekirin ku planên Erdogan û siyasetên wî yên hundirîn û derve bi dawî bûn, niha jî mijara lihevhatina oposîzyonê bi hikumeta Şamê re bi navbeynkariya Pûtîn xistiye rojevê da ku zextê li Rêveberiya Xweser bike û demokrasiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev komplo ji hêla şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve nayê qebûlkirin û wiha dewam kir: “Divê opozîsyona nerm bi xwestekên gel re be û bi QSD´ê re li dijî dagirkeriya Tirk bisekine, hemû nakokiyan çareser bike, da ku nifşên nû yên ji bo xizmetkirina welat û jiyana hevbeş werin avakirin.”

Di dawiyê de hate tekezkirin ku sûrî xwedî biryar û xakê ne û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Êdî bes e ji qetilkirin, wêrankirin û guhartina demografîk re. Divê dewletên garantor tevahî sûriyên li derve û hundir vegerînin welatê wan.”

BÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ, HÊZÊ DİDE DEWLETA TİRK KU ÊRİŞAN PÊK BÎNE

Der barê heman mijarê de, bi dehan welatiyên gundewarê rojhilatê Reqayê û endamên saziyên sivîl li pêş avahiya Meclisa Giştî ya gundewarên rojhilatê Reqayê ya li naverasta bajarokê Kerama kom bûn û daxuyaniyek dan raya gitşî. Hevserokê Şaredariya Gel a Kerama endezyar Feysel El Bêrem daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: "Sûcên li dijî gelê Sûriyê li herêmên Rêveberiya Xweser ji hêla dewleta Tirk ve berdewam in. Hêzên dewleta Tirk di şerê li dijî welatiyan de rêbazên terorê bi kar tînin. Lê di van sûcan de rêgeza edaleta navneteweyî sîstema saziyan a qanûna navneteweyî ku parastina welatiyan û mafên wan bike, tune ye.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi nebûna rêxistinên hiqûqî û navneteweyî sûc pêk tên û wiha domand: “Her wiha civata navneteweyî li hember vê yekê bêdeng e. Desteyên NY´yê û di serî de Konseya Ewlehiyê ya Neteweyî Yekbûyî felc bûne û dê rêgezên wê berjewendiyên navneteweyî biparêzin û biryarên li derveyî rêgezên edalet û mafên mirovan polîtîze bikin.”

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: "Dewleta Tirk a dagirker li dijî jin, zarok û kesên temenmezin sûcên xwe berdewam dike. li kêleka wê jî welatiyan bi darê zorê dide koçberkirin, malên wan wêran dike û demografiya herêmê diguherîne. Hemû rêbazên şer ên li dijî herêmên me pêk tîne da ku terorê zindî bike. Armanca wê pêkanîna projeya Osmaniya Nû ye.

Di daxuyaniyê de ev hate eşkerekirin: "Em bang li saziyên navneteweyî û hiqûqî dikin ku bi erkên xwe yên qanûnî û elxaqî li hember welatiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rabin û dawî li şer bînin, Her wiha hesab ji rejîma ku mafên mirovan bin pê dike bixwazin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Em welatiyên li herêmên sînor li ber xwe didin silav dikin, ji ber rojane di sûcên dewleta Tirk re derbas dibin."

(fr)

ANHA