Panorama hefteyê: Li Derayê tevgera hêzên hikumeta Şamê, dadgeha Iraqê rê li ber hewldanên Sedr digire

Li bajarê Derayê piştî hedefkirina dewreyeya polîsên leşkerî ya Rûsya bi bombeyekê, hêzên hikumeta Şamê li bajar belav bûn, li Iraqê jî  piştî ku banga Sedr a jihevxistina parlamentoyê red kir, dadgeha Iraqê rê li hewldanên Sedr ên xistina wî di aloziya siyasî de digire.

Panorama hefteyê: Li Derayê tevgera hêzên hikumeta Şamê, dadgeha Iraqê rê li ber hewldanên Sedr digire
21 tebax, 2022   05:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Aloziya siyasî ya li Iraqê, nakokiyên di navbra hikumetên Debîbe û Başaxa de, her wiha destûra nû ya Tunisê mijarên sereke yên rojnameyên erebî yên hefteya borî bûn.

‘ARMANCKIRINA DEWRIYEYEKE RÛSÎ LI DERA Û VEKIŞÎNA SEWQIYETÊN REJÎMÊ’

Der barê rewşa Sûriyê de rojnameya Şerq El Ewset ev tişt nivîsî: "Duh sibehê di dema derbasbûna dewriyeyeke polîsên leşkerî yên Rûsyayê di rêya Şam-Derayê re li nêzî pira Dail û Xirbet Xezalê de mayînek teqiya, lê tenê zirarên madî çêbûn. Her wiha piştî wê hêzên rejîma Sûriyê li herêmê belav bûn û çûn û hatina erebeyan kontrol kir.

Çavkaniyên ji bajarokê Tefes got hêzên rejîmê sibeha pêncşemê ji nuqteyên di vê dawiyê de li başûrê rojavayê Derayê bi cih bûbûn, vekişîn. Her wiha ji nuqteyeke leşkerî ya di avahiya saziya çîmentoyê ya kevn a li başûrê bajêr de jî vekişîn. Ew yek piştî pêkanîna bendên lihevkirina di vê dawiyê de di navbera fermandarên herêmî û komîteya ewlehiyê ya girêdayî rejîma Sûriyê li Derayê de çêbûn, pêk hat.

Rûspiyên Tefesê û serokên komîteya ewlehî û leşkerî ya rejîmê li Derayê şeva çarşemê civînek li dar xist, tê de banga vekişîna sewqiyetên leşkerî yên di vê dawiyê de li derdora Tefesê kom bûne, kir."

‘DADGEHA IRAQÊ RÊ LI BER HEWLDANÊN SEDR DIGIRE’

Rojnameya El Ereb jî li ser rewşa Iraqê wiha nivîsand: “Piştî ku banga Sedr a jihevxistina parlamentoyê red kir, dadgeha Iraqê rê li hewldanên Sedr ên xistina wî di aloziya siyasî de digire.

Wek bersivdayîna banga serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr a jihevxistina parlamentoyê de hefteyekê de, Meclisa Bilind a Dadgehê ya Iraqê roja yekşemê ragihand ku mafê wan ê jihevxistina Meclisa Nûneran tune ye.

Meclisê di daxuyaniya xwe de got, ne ji erka meclisa dadgehê ye ku dest di kar û barên desthilatên zagonsaz û rêveber werde.

Meclisa dadgehê bang li aliyên siyasî û hemû dezgehên çapemeniyê kir ku dadgehê nexin hevrikî û nakokiyên siyasî.

Sedr banga jihevxistina parlamentoyê di hefteyekê de kiribû, her wiha bang li parlamenterên xwe yên serbixwe û alîgirên xwe kiribû ku gilînameyên fermî bi rêbazên qanûnî pêşkêşî dadgeha federal bikin.”

‘PIŞTÎ RAGIHANDINA ENCAMÊN DAWÎN DESTÛRA NÛ YA TÛNISÊ DIKEVE PRATÎKÊ’

Li ser rewşa Tunisê rojnameya El Beyan wiha nivîsî: "Ji dema ragihandina encamên dawîn ên referanduma gel anku şeva sêşemê ve, destûra nû ya Tûnisê kete pratîkê

Desteya Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan encamên destpêkê yên hatine ragihandin, qebûl kirin û bi destûra di raferanduma 25՛ê Tîrmehê de bi rêjeya ji sedî 94,6 pêk hatiye, qebûl kir.

Piştî dadgeha rêveberî îtîrazên rêxistina "Ena Yeqiz" û 2 partiyên muxalifên serokê Qeys Seîd li ser encamên dawî red kirin, ew encam hatin ragihandin.

Li gorî qanûnên di destûra nû de, destûr ji dema ragihandina encamên dawî ji hêla Desteya Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ve dikeve pratîkê. Piştî wê serok îmze dike û di rojnameya fermî de tê weşandin.

Di destûra nû de sîstem dibe ya serokatiyê, bi wê re serok dikare serokê hikumetê û endamên wê erkdar bike.

Gava piştî wê ya ji nexşeya siyasî ku serok Seîd ji dema ragihandina tedbîrên awarte yên beriya salekê ve, lidarxistina hilbijartinên pêşwext ên parlamentoyê di 17՛ê Kanûna bê de ye."