​​​​​​​Cenazeyê şehîd Zozan Zêdan li Minbicê hat oxirkirin

Îro şêniyên bajarê Minbicê cenazeyê şehîd Zozan Zêdan li Goristana Şehîdan a başûrê bajêr oxir kirin.

20 tebax, 2022   21:06
MINBIC

Di encama êrişa balafireke bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk de di 18’ê Tebaxê de li dijî navendeke perwerdeyê ya keçan li gundê Şemokê 4 zarok şehîd bûn; Eta, Zozan Zêdan, Dîlan Izedîn û Diyane Elo şehîd bûn.

Şêniyan û endamên saziyên sivîl û leşkerî ji pêşiya nexweşxaneya Firatê ya Minbicê ber bi Goristana Şehîdan a başûrê bajêr ve ket rê.

Di destpêka merasîmê de hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Farûq El Maşî wiha axivî: “Me gelek şehîd ji bo rizgarkirina welêt dan, em ê ji bo parastina wî hê jî şehîdan bidin.”

Piştre hevseroka Rêveberiya Giştî ya Dibistanan, Nihale Ebas axivî û got: “Dewleta Tirk a dagirker siyaseta xwe ya qirkirina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne û komkujiyan li dijî wan bi rêya balafirên bêmirov ên biçek pêk tîne.”

Nihale Ebas wiha domand: “Di encama van êrişan de gelek zarok, jin û mêr şehîd bû. Herî dawî navendeke perwerdeyê ya keçan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate hedefgirtin. Ev zarokên han ji hêzên leşkerî hatibûn derxistin û da ku tev li vê navendê bibin.”

Nihale Ebas ev li gotinên xwe zêde kir: “Em wek komîteya perwerdeyê ya Minbicê dengê xwe tev li dengê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin û kiryarên dagirkeriya Tirk û bêdengiya civata navneteweyî di serî de Rûsya û Amerîka şermezar dikin.”

Piştre endama Kombûna Jinan a Zenûbya, Sena Receb wiha axivî: “Di serî de em serdaxî ji xwe û ji malbata şehîd Zozan Zêdan re dixwazin, her wiha sersaxî ji hemû jinên azadîxwaz ên ku jiyana bindestiyê napejirînin re dixwazin.”

Sena Receb wiha anî ziman: “Tiştê ku dagirkeriya Tirk li dijî herêmên me pêk tîne bi armanca têkbirina îradeya jina azad û têkbirina şoreşa me ye. Hedefgirtina Zozan û hevalên wê kiryareke terorîst e. Kiryarên wiha jî îsrara me ya meşa li ser şopa şehîdan heta rizgarkirina tevahiya herêmên xwe zêde dike.”

Di dawiya merasîmê de, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê, Mehmûd Ebo Îdo wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbatê kir, piştre cenazeyê şehîd Zozan Zêdan di tilîliyên dayikan de hat oxirkirin.

(mh)

ANHA