Bîlançoya mehekê ya leşkerên hikumeta Şamê yên di êrişên Tirkiyê de jiyana xwe ji dest da

Di demekê de ku nîqaşa hevdîtina hikumeta Şamê û dewleta Tirk tê kirin, di nava mehekê de zêdetirî 4 leşkerên hikumeta Şamê bi destê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê jiyana xwe ji dest da û 10 jî birîndar bûn.

Bîlançoya mehekê ya leşkerên hikumeta Şamê yên di êrişên Tirkiyê de jiyana xwe ji dest da
21 tebax, 2022   06:10
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji dema dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî heya niha êrişên xwe li ser leşkerên hikumeta Şamê ku li ser sînorên Rojavayê Kurdistanê bi cih bûne, nedane sekinandin.

14’ê Cotmeha 2019`an Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku bi hikumeta Şamê re di çarçoveya belavbûna hêzên wê li ser sînorê di navbera Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyê de, lihevkirin hatiye îmzekirin. Piştî wê daxuyaniyê hêzên hikumeta Şamê li ser sînor belav bûn û li dijî êrişan çekên giran hatin bicihkirin. Her wiha Rûsyayê jî gelek baregehên xwe li herêmê ava kirin.  

17'ê Cotmeha 2019'an de bi garantoriya DYA'yê, 22'yê Cotmeha 2019'an jî bi garantoriya Rûsyayê “agirbest” hatibû ragihandin. Lê ji wê demê heya niha dewleta Tirk a dagirker rojane agirbestê li ber çavê Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê binpê dike.

Di encama binpêkirina agirbestê de ne tenê welatiyên herêmê, hêzên hikumeta Şamê û yên Rûsya jî hatin hedefgirtin. Jixwe bicihbûna hikumeta Şamê li ser esasê pêşîgirtina êrişên dewleta Tirk a dagirker pêk hatibû. Lê ruxmî ku ew qasî êriş li ser wan pêk hatine, ne ji aliyê garantora Rûsyayê û ne ji aliyê hikumeta Şamê ve tu bersiv nehat dayîn.

Hikumeta Şamê li gorî lihevkirina ku bi QSD`ê re çêkiriye, tev nagere. Heya niha dema êriş li ser hêzên hikumeta Şamê çêdibin, leşkerên wan yan direvin yan jî li benda talîmatên serbazên xwe dimînin. Lê prspektîfa bersivdayîna êrişan jî tu carî ji wan re nehatiye dayîn.

Heya niha bi dehan leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da û birîndar bûne. Bi taybet li bajarê Kobanê di 16’ê vê mehê de nuqteya hikumeta Şamê ku di sala 2019`an de cara yekem ava kiribûn, ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk ve hate bombebarkirin. Di êrişê de gelek leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da û birîndar çêbûn lê ji aliyê wan ve tu daxuyaniyek xurt nehat dayîn û hesab ji dewleta Tirk nehat xwestin. Tenê daxuyanik dan. Ji vê nêzîkatiya hikumeta Şamê û Rûsyayê derdikeve holê ku hebûna leşkerên hikumeta Şamê li ser sînor li pêşiya êrişên dagirkeran nabe asteng. Hikumeta Şamê û Rûsya jî naxwazin ev êriş bên rawestandin.

Hêjayî bîrxsitinê ku ev êriş di pêvajoyekê de ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze têkiliyên xwe bi hikumeta Şamê re vegerîne, pêk tên. Li aliyekî leşkerên wan dikuje û li aliyekî din jî behsa hevdîtinan dike.  

BÎLANÇOYA MEHEKÊ YA ÊRIŞÊN LI SER LEŞKERÊN HIKUMETA ŞAMÊ

24`ê Tîrmehê: Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Malikiyê, Şewarxe, Tinib, Anab û Keleha Şewarxe yên girêdayî navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagirkirî topbaran kirin. Di encama topbaranê de 2 endamên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûn.

24`ê Tîrmehê: Navenda navçeya Zirganê ya kantona Hesekê û gundewarên bakurê navçeyê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve bi çekên giran bi dijwarî hat topbarankirin. Di encama topbaranê de leşkerekî hêzên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da.

2`yê Tebaxê: Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Akîbê yê Şêrawa topbaran kir, di encamê de leşkerekî hikumeta Şamê birîndar bû.

8`ê Tebaxê: Nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê li gundê Xerza yê rojavayê navçeya Amûdê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hat hedefgirtin. Di encamê de zirarên madî çêbûn.

12`ê Tebaxê: Leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker gundê Şêx Elî yê dikeve bakurê navçeya Til Temirê li ser rêya navçeya Zirganê topbaran kir. Di encama topbaranê de ji Foca 54'an a hêzên hikumeta Şamê efser Heyder Îbrahîm û leşkerek bi navê Ebdulîlah birîndar bûn.

17`ê Tebaxê: Dewleta Tirk a dagirker bi droneke bombebarkirî nuqteya hêzên hikumeta Şamê ya li balafirgeha Minix a kantona Şehbayê bombebaran kir. Di encamê de ziyanên madî çêbûn.

16`ê Tebaxê: Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker gundê Çariqlî yê girêdayî bajarê Kobanê nuqteya leşkerên hikumeta Şamê bombebaran kir. Li gorî daneyên fermî yên hikumeta Şamê 3 leşkerên wan jiyana xwe ji dest da, 3 jî birîndar bûn. Lê belê çavkaniyên din ragihandin ku di êrişê de 16 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da û 3 jî bi giranî birîndar bûn. Navên birîdaran wiha ne; Ehmed Mihemed Seîd (22), Mûtesem Baxacatî (23) û Xiyas Necar El Mesrî (27).

18`ê Tebaxê: Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Dirdara yê li bakurê Til Temirê bi çekên giran topbaran kir. Bi taybetî nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê hat hedefgirtin ku di encamê de 2 endamên hêzên hikumeta Şamê; Ehmed El Eazil û Ebdulezîz Ebdurehman birîndar bûn.

ANHA