​​​​​​​Piştî civînên Soçî û Tehranê êriş zêde bûn: 8 zarok şehîd bûn, 24 birîndar bûn

Piştî civîna Tehranê ya 19'ê Tîrmehê û civîna Soçiyê ya 5'ê Tebaxê, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn. Di encama wan êrişan de 8 zarok hatin qetilkirin û 24 jî birîndar bûn.

​​​​​​​Piştî civînên Soçî û Tehranê êriş zêde bûn: 8 zarok şehîd bûn, 24 birîndar bûn
21 tebax, 2022   00:50
NAVENDA NÛÇEYAN – EHMED SEMÎR

Piştî civîna li Tehranê ya di navbera serokên Rûsya, Tirkiyê û Îranê de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine. Di êrişan de balafirên bêmirov ên biçek û moşek hatin bikaranîn û di wan êrişan de 8 zarok hatin qetilkirin û 24 jî birîndar bûn, rewşa hinek birîndaran giran e.

Di êrişa 26'ê Tîrmeha 2022'yan a li ser navçeya Til Rifetê de zaroka bi navê Fehîma Reşo (17) bi giranî birîndar bûbû û di 2'yê Tebaxa 2022'yan şehîd bû.

4'ê Tebaxa 2022'an balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker navenda navçeya Til Rifetê bombebaran kir, di encamê de 9 welatî, di nav de 6 zarok, birîndar bûn. Navên birîndaran wiha ne; Dîna Osman (6), Mehmûd Xerîb Mamo (6), Hisên Cemal Qasim (7), Sebah Henan Hemo (10), Avrîn Ebdurehman Heyder (13), Orîvan Mihemed Ebdo (15).

9'ê Tebaxê artêşa Tirk  a dagirker gundê Sêgirka bi çekên giran topbaran kirin, di encama vê topbaranê de Mihemed Salih (12), Mîrah Selah (12), Îlan Selah (5) û Bilind Mihemed Şemsedîn (16) birîndar bûn.

16'ê Tebaxê jî dewleta Tirk bi balafireke bêmirov a biçek taxa Sînaa ya bajarê Qamişlo bombebaran kir, di encamê de 4 kes, di nav de 2 zarokek, şehîd bûn. Navê şehîdan wiha ne; Ehmed Elî Hisên û Aheng Ekrem Hisên.

16'ê Tebaxê artêşa Tirk navenda bajarê Kobanê û gundewarên wê topbaran kir. Di topbarana li ser gundê Zorava yê rojavayê Kobanê de zarokê bi navê Ebid Mihemed Hecî (12) şehîd bû, her wiha Xelîl Cîhad Şêxo (2) di êrişa li ser bajarê Kobanê de birîndar bû.

16'ê Tebaxê dagirkeran navenda navçeya Zirganê bi çekên giran da ber topan, di encamê de zarokê bi navê Temîm Feysel Hemed (11) birîndar bû.

16'ê Tebax artêşa Tirk a dagirker gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê bi dijwarî topbaran kir. Di encamê de zarokê koçber ê ji gundê Basilê yê dagirkirî Ehmed Îmad Îbiş (15) ji serî û lingê xwe birîndar bû.

18'ê Tebaxê, balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker navenda perwerdekirina keçan a bi sponseriya NY'yê ya li gundê Şemoka yê li ser rêya Hesekê-Til Temir kir hedef. Di encamê de 4 zarok şehîd bûn û 11 jî birîndar bûn.

ANHA