​​​​​​​‘Em amade ne herêmên xwe ji êriş û sîxurên dewleta Tirk biparêzin’

Ciwanên herêma Firatê û kantona Hesekê diyar kir ku ew amade ne bi hemû derfetên xwe herêmên xwe ji êrişên artêşa Tirk a dagirker û sîxurên wê biparêzin.

​​​​​​​‘Em amade ne herêmên xwe ji êriş û sîxurên dewleta Tirk biparêzin’
21 tebax, 2022   01:49
NAVENDA NÛÇEYAN    

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine û zirarên madî û canî pêk tîne.

Li dijî van êrişan ciwanên herêmê li ser destwerdanên lezgîn û bikaranîna çekan û xurtkirina bîrdoziyê perwerde dîtin.

KOBANÊ

Endama rêveber a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê Hebûn Mihemed axivî û got: "Di halê hazir de armanca me afirandina nifşekî ciwanan e ku bikare erka xwe li beramberî gel bi cih bîn û welatê xwe biparêze. Lewma em ciwanan li ser bingehê şerê gel ê şoreşgerî perwerde dikin. Di dema dawî de me perwerdeyên xwe zêde kirin, her wiha bi hevkariya komîn û Hêzên Parastina Civakî (HPC) me dewreyên perwerdeyê li ser destwerdana lezgîn û bikaranîna çekan vekirin."

Hebûn Mihemed diyar kir ku dijminê wan bi hemû rêbazan hewl dide civaka wan xirab bike û wiha dewam kir: "Dijmin piştî ku di şerê çekdarî de nekarî me tune bike, şerê derûnî li ser me dimeşîne da ku îdeolojiya me têk bibe, lê bi saya girêdana gelê me bi ser xaka xwe ve me karî ciwanan ji xetereyê derve hişyar bikin.''

'EM XWE DISPÊRIN HÊZA JINAN'

Têkildarî rola jinan di şerê gel ê şoreşgerî de Hebûn Mihemed wiha axivî: "Hemû şoreşên ku jinan tê de rolek lîstin, bi ser ketine û em di şoreşên xwe de xwe dispêrin hêza jinan ku sembola serkeftina şoreşan e."

Hebûn di dawiyê de anî ziman ku li dijî planên li ser civaka wan, ciwan amade ne herêmên xwe biparêzin.

'GEL BINGEHA ŞOREŞÊ YE'

Endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herêma Firatê Mihemed Mehmûd axivî û got: "Li gorî rewşa awarte me perwerde ji ciwanan re vekirin da ku bi rêveberiyê re li dijî gefên dagirkeriya Tirk bisekirin. Heta niha bi armanca em li herêmê li ber xwe bidin me gavên mezin avêtine pê re jî şerê gel ê şoreşgerî bû rêya sereke ya gelê me."

Mihemed Mehmûd bang li gelê herêmê kir ku piştgiriyê bidin "Operasyona Sondê" ku QSD'ê 31`ê Tîrmeha derbasbûyî li dijî sîxur û ajnên dewleta Tirk ên li herêmên Rêveberiya Xweser ragihand.

Mehmûd anî ziman ku dewleta Tirk û ajanên wê divê bizanin ku gel bi bin nakeve û wiha dewam kir: "Ji ber ku em gelekî şoreşger e û li ser bingeha fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan mezin bûne, lewma ew ê tu tişt nikaribe me bitirsîne. Ji roja yekemîn a şoreşa xwe ve, me dirûşma ‘berxwedan jiyan e’ kir esas û ger dijminê me ev hevok fêm kiriba wê ji hizira dagirkirina xaka me vegeriyabana."

HESEKÊ

Ciwanên kantona Hesekê li hemberî êrişên li ser herêmê helwesteke xurt nîşan da û got ew ê bê deng nemînin.

Ji navçeya Dirbêsiyê Can Elo anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet gund û bajarên nêzî eniyên şer wekî; Til Temir, Zirgan, Şehba, Eyn Îsa û Girê Spî dike, bi wê re hewl dide kurdan û pêkhateyên herêmê yên di bin sîwana Rêveberiya Xweser de dijîn, qir bike. Elo da zanîn ku dewleta Tirk vê yekê ji xwe re xeter dibîne.

Elo îşaret bi amadekariya ciwanên herêmê yên li hemberî êrişên dewleta Tirk re kir û got: "Bi rêya perwerdekirina li ser çekê û destwerdanên lezgîn, em tedîbrên xwe digirin."

Elo destnîşan kir ku ew ê rê nedin dewleta Tirk a dagirker ku xaka wan a ku bi saya şehîdan hatiye rizarkirin, dagir bike û ew ê rêya şehîdan dewam bikin û parastina destkeftiyên xwe bikin.

Xebat Derwîş ji gundekî Dirbêsiyê yê nêzî sînorê di navbera Sûriyê-Tirkiyê de ye piştgiriya xwe ji hêzên leşkerî re anî ziman û got: ''Em amade ne bi hemû derfet û rêbazên di destê me de xaka xwe biparêzin."

Ciwana bi navê Cahîde Îso ya ji navçeya Zirganê jî got, dewleta Tirk a dagirker rojane bi moşek û topan êriş dike.  Her wiha anî ziman ku erka parastina welat ji her kesî û bi taybet ciwanan tê xwestin. Cahîde destnîşan kir ku ew ê ku herêmên dewleta Tirk dagir kirine, rizgar bikin.

Ciwanê bi navê Zana Ehmed ê ji bajarê Hesekê jî got: "Hemwextî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê artêşa Tirk êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê jî dike, lewma em ciwan li dijî van êrişan bê deng namînin."

Zana Ehmed li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk îşaret bi xurtkirina xeta berxwedan û têkoşînê kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Em ê heta rizgarkirina Kurdistanê û rêber Abdullah Ocalan li ber xwe bidin."

(eh)

ANHA