Çalakiya konvedanê ya Helebê bi teqezkirina berdewamkirina têkoşînê bi dawî bû

Vê êvarê çalakiya konvedanê ya li Helebê bi dawî bû ku ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker duh hatibû lidarxistin.

Çalakiya konvedanê ya Helebê bi teqezkirina berdewamkirina têkoşînê bi dawî bû
Çalakiya konvedanê ya Helebê bi teqezkirina berdewamkirina têkoşînê bi dawî bû
Çalakiya konvedanê ya Helebê bi teqezkirina berdewamkirina têkoşînê bi dawî bû
Çalakiya konvedanê ya Helebê bi teqezkirina berdewamkirina têkoşînê bi dawî bû
Çalakiya konvedanê ya Helebê bi teqezkirina berdewamkirina têkoşînê bi dawî bû
Çalakiya konvedanê ya Helebê bi teqezkirina berdewamkirina têkoşînê bi dawî bû
Çalakiya konvedanê ya Helebê bi teqezkirina berdewamkirina têkoşînê bi dawî bû
Çalakiya konvedanê ya Helebê bi teqezkirina berdewamkirina têkoşînê bi dawî bû
Çalakiya konvedanê ya Helebê bi teqezkirina berdewamkirina têkoşînê bi dawî bû
20 tebax, 2022   20:42
HELEB

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi koordîneya Meclisa Malbatên Şehîdan bi dirûşma “Dem dema azadiya Serok Apo ye” duh çalakiya konvedanê li herêma Cibênat a taxa Şêxmqsûd li dar xist.

Di roja duyemîn û dawî ya çalakiyê de endamên saziyên civaka sivîl, endamên Meclisa Taxa Şehîd Kelhat a beşa rojhilatê taxê, komîn, Kongra Star û partî beşdar bûn.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Delal Keno axivî û got: “Gelên herêmê û gelê Kurd hêz û vîna xwe ji fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan girt ku rêya azadiyê û demokratiyê ji hemû gelan re ronî kir.”

Delal Keno destnîşan kir ku bi rêya fikrê rêber Abdullah Ocalan jin bûye jêdera hêz û biraryê ji ber wê dewleta Tirk wê dike hedef, lê dîsa jî dê li ber xwe bide.

Endama Meclisa Giştî ya PYD`ê Eyşe Hiso jî di çalakiyê de axivî û got: “Gelê li ser rêgez û fikrê azad tê koşiya û li ber xwe da, ne êrişên hovane û ne jî balafirên bêmirov bandorê lê nakin.”

Eyşe wiha domand: “Ji ber wê hemû hêzên kapîtalîst şerê vê projeyê dikin, tecrîdê li ser rêber Ocalan ferz dikin. Me bi saya berxwedana Serok Apo li hember dagirkeriya Tirk li ber xwe da û şerê DAIŞ`ê kir.”

Her wiha hevseroka Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye Hêvîn Silêman got azadiya rêber Ocalan azadiya gelên Rojilata Navîn e û wiha pê de çû: “Ji ber rêber Ocalan projeya neteweya demokratîk danî, ji lew re dewletên hegemonîk, dijminatiya vê projeyê dikin. Fikrê rêber Ocalan di nav bi milyonan gelan de belav bû û ew ê bibe yek ji rêgezên çareserkirina dozên nakok ên li Rojhilata Navîn û herêmê.”

Hêvîn Silêman sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rêber Abdullah Ocalan û bêdengiya civata navneteweyî li hember êrişên wê yên li dijî herêmê şermezar kirin.

Piştî bidawîbûna axaftinan, sînevizyonek têkildarî axaftina rêber Ocalan der bar şerê gel ê şoreşgerî, berxwedana gerîla li hember dagikeriya Tirk de hate pêşandan.

Paşê endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Elî El Hesen daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye:

Ji 23 salan ve dewleta Tirk a dagirker siyasetên tecrîd û êşkenceyê yên dermirovî li dijî rêber Abdullah Ocalan dimeşîne ku gihişt asta heta hevdîtina wî bi malbat û parêzerên wî re qedexe bike.

Her wiha dewleta Tirk şerê qirkirinê li dijî gelên herêmê bi giştî û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî dide meşandin nexasim bi balafirên bêmirov ên biçek û sîxuran ji bo jihevxistina tevna civakî û ewlehiya herêmê û valakirina herêmê ji şêniyên wê yên resen û di encamê de komkujî li dijî zarok û jinan pêk tîne.

Tirkiyê nakokiyên navneteweyî û bêdengiya civata navneteweyî ji bo pêkanîna projeyên dagirkeriyê û vejandina Osmaniyê û pêkanîna êrişan bi kar tîne.

Em hêzên çalak û komploger wek berpirsên selamtiya rêber Ocalan dibînin ku 23 salan dîl hatiye girtin.

Her wiha em bêdengiya Meclisa Ewlehiyê, NY û rêxistinên mafên mirovan, Komkara Erebî û Yekitiya Ewropayê (YE) ya li hember komkujiyên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkirina xaka wê şermezar dikin, her wiha rola lawaz a CPT`iyê li hember azadiya rêber Ocalan şermezar dikin. Em soz didin rêber Ocalan û şehîdên xwe yên ku xaka welat bi xwîna xwe av dan em ê li ser şopa wan bin heta terorê tune bikin ku pergala Erdogan piştgiriya wê dike û hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin.

Her wiha em soz didin ku heta pêkanîna armanc û hêviyên gelên herêmê û azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan, avakirina Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî, em ê berxwedan û têkoşîna xwe bidomînin.”

(mh)

ANHA