​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-8-2022`YAN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-8-2022`YAN
20 tebax, 2022   23:00

Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê konê sersaxiyê ji bo şehîdên navenda perwerdeyê li dar dixe saet di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Çalakiya konvedanê ya HPC`ê û Kongra Stra li dar xistiye li pêşiya navenda NY`yê li Qamişlo didome saet di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Tirbespiyê ji bo şermezarkirina êrişên li dijî herêmê ji pêşiya Navenda Kongra Star a li navçeyê dest bi meşê dikin saet di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Navçeya Hol a kantona Hesekê ji bo şermezakirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek dide saet di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêxistina Sara ji ber êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser navendeke perwerdeya keçan daxuyaniyek ji pêşiya navenda Kongra Star a li taxa Til Hecer a Hesekê dide saet di 11:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Ragihandina Azad panelek bi navnîşan Rola ragihandinê di şerê taybet de li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li Qamişlo li dar dixe saet di 19:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

"Em ê tola şehîdan hilînin”, bi vê gotinê birayê şehîd Ranya Eta û kurê şehîd Ebdulrezaq Eta, Mistefa Eta, soza hilanîna tola şehîdan û meşa li ser şopa wan bi navê malbata xwe nû kir.

Piştî civîna Tehranê ya 19'ê Tîrmehê û civîna Soçiyê ya 5'ê Tebaxê, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn. Di encama wan êrişan de 8 zarok hatin qetilkirin û 24 jî birîndar bûn.

Gelên herêmê ji ber êriş û topbarana dewleta Tirk a dagirker li dijî gund û taxên kantona kobanê nerzîbûnên xwe nîşan dan. Şêniyan destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk hewl dide şêniyan koçber bike lê mayîna wan berxwedana herî mezin e.

Parêzerekî destnîşan kir ku divê benda 7`an a peymana NY ya têkildarî girtina tedbîran dema gef li aştiyê hebin, pêk were piştî ku balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk navendeke perwerdeya keçan li gundê Şemokê topbaran kir.

Nivîskar û çalakvanê siyasî yê ji Başûrê Kurdistanê Kawa Nadir diyar kir ku xema desthilata Başûrê Kurdistanê ew e karînên gel kontrol bike û pereyan kom bike. Kawa Nadir anî ziman ku sedema xwepêşandanên li Başûr û Iraqê gendeliya hikumetê û şerê li ser desthilatdariyê ye.

Di demekê de ku nîqaşa hevdîtina hikumeta Şamê û dewleta Tirk tê kirin, di nava mehekê de zêdetirî 4 leşkerên hikumeta Şamê bi destê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn.

Kadar Pîrê bang li hikumeta Şamê kir ku ‘Lihevkirina Edeneyê’ ya bi dewleta Tirk a dagirker re betal bike û bi Rêveberiya Xweser re diyalogan bike ku rêya çareserkirina aloziya Sûriyê ye. Kadar Pîrê anî ziman ku ev lihevkirin xizmeta berjewendiyên gelê Sûriyê nake.

CIWAN

Ciwanên herêma Firatê û kantona Hesekê diyar kir ku ew amade ne bi hemû derfetên xwe herêmên xwe ji êrişên artêşa Tirk a dagirker û sîxurên wê biparêzin.

JIN

Endama rêveberiya Kongra Star a kantona Efrînê Ferîde Îbo destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk bi hedefgirtina jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide di kesayeta jinan de şoreşa Rojava têk bibe û got “Em ê heta serkeftinê û têkbirina dagirkeriyê bi vîna jinên azad tê bikoşin.”

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

Li bajarê Derayê piştî hedefkirina dewreyeya polîsên leşkerî ya Rûsya bi bombeyekê, hêzên hikumeta Şamê li bajar belav bûn, li Iraqê jî  piştî ku banga Sedr a jihevxistina parlamentoyê red kir, dadgeha Iraqê rê li hewldanên Sedr ên xistina wî di aloziya siyasî de digire.

ANHA