​​​​​​​Cenazeyê şehîd Diyane Elo li Şehbayê bi merasîmeke bi heybet hat pêşwazîkirin

Şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şehîd Diyane Elo ya ku di encama topbarana dagirkeriya Tirk a li dijî navendeke perwerdeyê li ser rêya Til Temir-Hesekê de şehîd bûye, pêşwazî kirin. Tê payîn ku sibe merasîma oxirkirin bê lidarxistin.

​​​​​​​Cenazeyê şehîd Diyane Elo li Şehbayê bi merasîmeke bi heybet hat pêşwazîkirin
20 tebax, 2022   19:30
ŞEHBA

Balafirek bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk di 18’ê Tebaxê de navendeke perwerdeyê ya keçan ku NY wê bi rê ve dibe, li gundê Şemokê yê Hesekê ku bi 2 kîlometreyan dûrî baregeha Koalîsyona Navneteweyî ye hedef girt.

Di encamê de 4 keç şehîd bûn û 11 din jî birîndar bûn. Rêveberiya Xweser nasnameya şehîdan eşkere kir; Ranya Eta, Zozan Zêdan, Dîlan Izedîn û Diyane Elo.”

Vê êvarê cenazeyê şehîd Diyane Elo gihaşt kantona Şehbayê ji bo sibe li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehrezê were veşartin.

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê ji bo pêşwazîkirina cenazeyê şehîd Diyane Elo kom bûn.

Girseya gel berê xwe da nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafînê ji ber sibe dê cenazeyê ji nexweşxaneyê bigirin û bibin Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê.

(mh)

ANHA