​​​​​​​Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî ya Qamişlo 2 malbat li hev anî

Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî ya QSD`ê li hola Zana ya Qamişlo, 2 malbatên ku şer di navbera wan de derketibû, li hev hatin.

​​​​​​​Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî ya Qamişlo 2 malbat li hev anî
​​​​​​​Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî ya Qamişlo 2 malbat li hev anî
​​​​​​​Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî ya Qamişlo 2 malbat li hev anî
​​​​​​​Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî ya Qamişlo 2 malbat li hev anî
20 tebax, 2022   19:27
QAMIŞLO

Her du malbatên Porê û Tahir ku şer di navbera wan de derketibû piştî kuştina xortekî malbata Tahir û endamên Komîteya Lihevanînê ya Qamişlo amade bûn.

Beriya du mehan şer di navbere mala Porê ya ji Serêkaniyê û Tahir a ji Qamişlo de derketibû piştî ku xortekî malbata Tahir bi navê Aras Tahir ji aliyê endamekî malbata Porê ve hate kuştin. Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî li ser bingeha biratiya gelan her du malbat li hev anî.

Di lihevanînê de rûspiyê eşîra El Benî Seba Silêman Berî axivî û got: "Em bi hemû pêkhateyên ereb û kurd ên herêmê re di nava aştiyê de dijîn. Piştgiriya vê projeyê dikin ji ber ku hemû pêkhate bi hev re li ser fikrê neteweya demokratîk kom kirin.”

Silêman di nava axaftina xwe de got gelên herêmê îro di nava xwe de çanda hişyarî û bexşandinê bi pêş xistine ji ber wê, her du malbatên hazir li hev hatin.

Piştre şêxê tarîqeta Qadrî li Sûriyê Qadrî Ismaîl daxwaz kir ku xelkê herêmê bibin wek van her du malbatên ku nakokiya du mehan ji holê rakirin, bi hezkirin destên xwe kirin hev û got: “Ji ber ku tê gihiştin ku gelê herêmê rojane tê qirkirin. Ev îsbat dike ku civak ji guhertinê re vekirî ye.”

Qadrî Ismaîl di berdewamiya axaftina xwe de got: “Hemû ol û pirtûkên pîroz piştgiriya lihevhatin û bexşandinê dikin. Em ji dil spasiya berpirsên Rêveberiya Xweser û Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî dikin ku bi hemû hêza xwe ji bo her du malbatan hewl dan li hev bînin.”

ANHA