​​​​​​​Birayê şehîd Ranya Eta: Em ê tola şehîdan hilînin

"Em ê tola şehîdan hilînin”, bi vê gotinê birayê şehîd Ranya Eta û kurê şehîd Ebdulrezaq Eta, Mistefa Eta, soza hilanîna tola şehîdan û meşa li ser şopa wan bi navê malbata xwe nû kir.

​​​​​​​Birayê şehîd Ranya Eta: Em ê tola şehîdan hilînin
20 tebax, 2022   23:38
HELEB – MIHEMED EBDO

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro navên 4 şehîdan eşkere kirin ku di encama êrişa balafireke bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk li dijî navendeke perwerdeya keçan a NY`yê ya li gundê Şemokê de di 18`ê Tebaxê de şehîd bûbûn. Navend bi 2 kîlometreyan ji baregeha Koalîsyona Navneteweyî dûr e.

Der barê vê yekê de, birayê şehîd Ranya Eta yê ku tev malbata xwe li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dimîne, ji ajansa me re axivî.

MALBATEKE WELATPARÊZ XWEDÎ ŞEHÎD Û ŞOREŞGERAN E

Mistefa Eta diyar kir ku piştî şehadeta bavê wî Ebdulrezaq Eta sala 2013`an li taxa Eşrefiye ku şervanê Hêzên Eniya Ekrad bû, malbat tev li Şoreşa 19`ê Tîrmehê bû.

Mistefa destnîşan kir ku malbata wî tev de soz dan ku tola şehîdan hilînin û li ser şopa bavê xwe bin.

Têkildarî tevlêbûna şehîd Ranya di Şoreşa 19’ê Tîrmehê de, Mistefa diyar kir ku şehadeta şehîd Bakur ku fermanderkî YPG`ê bû û hevalên wî li taxa Şêxmeqsûd di 2016-2017’an de bandor li Ranya kir û hişt ku ew biryara tevlêbûna Şoreşa 19’ê Tîrmehê bibe.

'HETA XWÎN DI LAŞÊ ME DE HEYE EM RÊ NADIN DIJMIN KU DERBASÎ XAKA ME BIBE’

Mistefa wiha domand: Her çiqas dewleta Tirk bike lê em dev ji şoreşa xwe bernadin heta ku xewn û xeyalên şehîdan pêk bînin û welatekî azad û demokratîk ava bikin.

Mistefa ev li gotinên xwe zêde kir: “Artêşa Tirk a dagirker bi hedefgirtina navenda perwerdeyê careke din dide xuyakirin ku ew bêexlaq û bê sinc e, armanca dagirkeran ne tenê qirkirina Kurdan e, lê belê qirkirina hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji Eyn Dîwar bigire heta Heleb û Şehbayê. Lê heta xwîn di laşê me de heye em rê nadin wê yekê.”

`JI BO TÊKBIRINA DAGIRKERAN Û PARASTINA DESTKEFTIYÊN ŞEHÎDAN DIVÊ EM HEVGIRTÎ BIN`

Mistefa Eta destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker siyaseta parçe bike, bi ser keve dimeşîne da ku tevliheviyê di navbera pêkhateyên hevgirtî de çêke, şêniyên resen ji herêmê koçber bike û herêmê dagir bike.

Mistefa Eta peyamek da gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û behsa girîngiya yekitiyê li hember dagirkeran û xayînan kir û got: “Em ê tola şehîdên xwe hilînin, herêmên dagirkirî rizgar ibkin, destkeftiyên şehîdan biparêzin.”

(mh)

ANHA