Şêniyên Tebqayê bêdengiya civata navneteweyî ya li hember sûcên dewleta Tirk şermezar kir

Bi sedan şêniyên bajarê Tebqayê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî van sûcan, daketin qadan û banga girtina qada hewayî ya herêmê kir.

20 tebax, 2022   11:28
TEBQA

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya li Tebqayê li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker xwepêşandanek organîze kir.

Bi sedan şêniyên bajarê Tebqayê, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, meclisên leşkerî û partiyên siyasî, endamên Yekitiya Jinên Ciwan, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û rûspiyên eşîrên li herêmê tev li xwepêşandanê bûn.

Xwepêşandan li pêşiya avahiya Tevgera Xwendekarên Demokratîk a bajêr veguherî mîtîngê. Xwepêşandêran banga girtina qada hewayî ya herêmê kir.

Li pêşiya avahiya tevgerê endama rêveber a Komîteya Têkiliyan a Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya Nesrîn Ubêd axivî û got: "Em îro li vir kom bûne da ku ji cîhanê re îsbat bikin ku berxwedan çeka gelê demokratîk e ku bi saya wê bi ser ketine, ji ber ku tu tişt nikare vîna gel bişikîne. Berxwedan têgeheke mirovî û di qanûn û sîstemên cîhanê de mafekî rewa ye."

Nesrîn Ubêd diyar kir ku di demên dawî de dagirkeriya Tirk xwest bi rêya balafiran û hemû cureyên çekan ên qedexe, vîna wan bişikîne û israra wan lawaz bike û wiha dewam kir: "Lê dê negihêje armanca xwe û da ku em ji vî dagirkeriyê rizgar bibin, berxwedan û israra me xurttir dibe."

Nesrîn Ubêd bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk şermezar kir û got: "Bi vê bêdengiyê rê li pêşiya dagirker vedibe ku sûcên li dijî mirovahiyê dewam bike."

Nesrîn Ubêd di dawiyê de banga girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir da ku pêşî li sûcên dewleta Tirk a dagirker were girtin.

Mîtîng bi sloganan bi dawî bû.

(eh)

ANHA