Malbatên Şehîdan sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin

Malbatên şehîdan ên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê di xwepêşandanekê de bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li ser herêmê, zêdekirina êrişên leşkerî yên bejahî û hewayî û bêdengiya navneteweyî ya li hember sûcên wê şermezar kirin.

Malbatên Şehîdan sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin
20 tebax, 2022   10:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bombebarana bi balafirên bêmirov û bêdengiya navneteweyî ya li hember van, xwepêşandanek li dar xist.

Xwepêşandan li Qada Jina Azad hat organîzekirin, beşdaran pankartên "Bijî biratiya gelan, "Tirkiye zarokan dikuje", "Ji terora dewleta Tirk re na", "Na ji bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişên Tirkiyê yên li ser sivîlan, "Na ji hedefgirtina sivîlan re” rakirin.

Bi dehan dayik, bav û zarokên şehîdan beşdarî xwepêşandanê bûn û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

ANHA