Artêşa Tirk gundên Hewlêrê bombebaran kirin

Artêşa dewleta Tirk a dagirker 6 gundên ser bi Hewlêrê ve bombebaran kirin û li herêmê şewat derket.

Artêşa Tirk gundên Hewlêrê bombebaran kirin
20 tebax, 2022   11:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnewsê ragihand ku artêşa dewleta Tirk a dagirker gundên Gerwê Sîran, Gelî Reş, Robî, Riwal, Kemkura û Kanî Şênka yên ser bi parêzgeha Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kirine.

Hate zanîn ku ji ber bombebaranê ziyanên canî çênebûye, lê li hinek deverên wan gundan şewat derketiye.