Navên şehîdên êrişa li ser navenda perwerdeyê ya girêdayî NY`yê hatin eşkerekirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê navên şehîdên ku bi balafira bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk de li gundê Şemokê yê Hesekê hatine hedefgirtin, eşkere kirin. Dagirkeriya Tirk navendeke perwerdeya keçan a di bin çavdêriya NY`yê de û 2 km nêzî baregeha Koalîsyona Navneteweyî ye, bombe kiribû.

Navên şehîdên êrişa li ser navenda perwerdeyê ya girêdayî NY`yê hatin eşkerekirin
Navên şehîdên êrişa li ser navenda perwerdeyê ya girêdayî NY`yê hatin eşkerekirin
Navên şehîdên êrişa li ser navenda perwerdeyê ya girêdayî NY`yê hatin eşkerekirin
Navên şehîdên êrişa li ser navenda perwerdeyê ya girêdayî NY`yê hatin eşkerekirin
Navên şehîdên êrişa li ser navenda perwerdeyê ya girêdayî NY`yê hatin eşkerekirin
20 tebax, 2022   08:38
 NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê navên şehîdên ku roja pêncşemê di êrişa balafira dagirkeriya Tirk de li ser navenda perwerdeyê ya keçan a li gundê Şemokê ku 2 km dûrî baregeha Koalîsyona Navneteweyî ye û li ser rêya Til Temir-Hesekê ye, eşkere kirin. Li gorî daxuyaniya rêveberiyê, navên şehîdan wiha ne: Raniya Eta, Zozan Zêdan, Dîlan Izedîn, Diyane Elo.

Li gorî Rêveberiya Xweser, “Ew şehîd ji nava hêzên leşkerî hatine derxistin.”

Rêveberiya Xweser her wiha bi bîr xist ku navenda peerwerdeyê ya li gundê Şemokê 2 km dûrî baregeha hêzên Koalîsyona Navneteweyî, li ser rêya Til Temir-Hesekê ye.

(cx)